Goran-Komele: Em piştgiriyê didin banga paşvexistina referandûmê

Tevgera Goran û Komela Îslamî têkildarî referandûma ku tê plankirin di 25’ê Îlonê de were çêkirin, daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku piştgiriyê didin banga civaka navnetewî ya paşvexistina referandûmê.

Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar têkildarî referandûma ku di 25’ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê were kirin da û diyarkirin ku ew piştgiriyê didin banga civaka navnetewî ya ji bo paşxistina referandûmê.

Di daxuyaniya hevpar ya Goran û Komala de wiha tê gotin; “Mafê diyarkirina çarenûsa xwe û serxwebûn mafê herî rewa yê gelê Kurd e. Gel sedan sal e li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîna serxwebûnê dikin. Ji bo gihiştina vê armancê jî referandûm amûrek e. Lê belê di rewşek niha de lidarxistina referandûmê wê pirsgirêkên heyî mezintir bike û xizmetê ji bo stratejiya gelê Kurd nake.”

Goran û Komele diyar kirin ku li herêmên ku gotûbêj li ser tê kirin di destpêkê de li Kerkûk ku referandûm pêk were, wê rê li pêşiya şerekî mezin veke û wiha hat gotin; “Lê belê ger ku referandûm li van herêman çênebe tê wateya ku em destê xwe ji van herêman vekêşîn. Ev jî tê wateya ku mirov dev ji nîvê Başûrê Kurdistanê berde.”

Di dawiya daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin; “Netewên Yekbûyî, DYA û hinek welatên Ewropa ger ku referandûm çênebe, diyar dikin ku wê navberkariyê di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de bikin. Em jî daxwaz dikin ku pêşniyarên hêzên navnetewî li ber çavan were girtin û referandûm were paşxistin.”