Gîvara: PKK şenseke mezin e

Gerîlayê ji Rojhilatê Kurdistanê Partîzan Gîvara diyar kir ku PKK bîra civakî ya gelê Kurd e û destnîşan kir, PKK'ê artêşek afirand ku ev yek ji bo gelê Kurd şenseke mezin e.

Partîzan Gîvara sala 1991'ê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Gerîlayê HPG'ê Gîvara destnîşan kir, ku di vê dema dîrokî de divê her ciwanekî Kurd bi rola xwe rabe.

Partîzan Gîvara ku li nava malbateke welatparêz mezin bû ji ANF'ê re axivî. Gîvara got, "Ji zarokatiyê ve xeyalên min hebûn. Xeyala min ew bû ku rojekê tevlî nava refên gerîla bibim û ji bo gelê xwe şer bikim. Niha min ev xeyala xwe pêk aniye. Mirov her ku Rêbre Apo û PKK'ê nas dike xwe bi hêz dibîne. Ew mirovê lawaz, ê ku li ber zilmê serê xwe ranedikir êdî bûye xwedî wê hêzê ku li dijî dagirkeriyê karibe şer bike. Ji bo ciwanekî Kurd, cihgirtina li nava vê pêvajoya dîrokî berpirsyariyeke wijdanî û exlaqî ye. Eger em dixwazin rojekê li pêşberî dîrokê şerm nekin divê em bi hêza xwe hemûyî bersivê bidin vê pêvajoyê."

Gîvara bal kişand ser wateya hevrêtiyê ya li nava PKK'ê û got, "Divê mirov bijî, bide jiyîn. Hevrêtiya li vê derê li ser bilindkirin û mezinkirina hev e. Feraseteke welê ye ku hev fêhm dike û dema ku pêwîst bike ji bo hev xwe feda dike. Hevrêtiyeke li ser pîvanên exlaqî û durust e."

'ME SOZA XWE DANE'

Gîvara destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîreke civakî, artêşeke şerker diyarî gelê Kurd kiriye û got, ev yek şenseke mezin e. Gîvara got, "Dibe ku êriş girantir bibin, lê belê bi navê HPG'ê me soz dan ku li ku dibe bila bibe em ê gelê xwe û welatê xwe biparêzin. Hewldanên dijmin belasebep in. Wê nikaribin bi hêsanî rastiya PKK'ê û yên pê bawer in ji holê rakin. Ji ber ku xwedî nêrîneke mezin a mirovahiyê ne."

BANGA LI CIWANÊN KURD

Gerîla Partîzan Gîvara bang li ciwanên Kurd kir: "Kurdên ku mafên wan hatine desteserkirin, bi taybetî jî ciwan; çi ji destê kê tê pêwîste di vê pêvajoya dîrokî de bikin. Em tu carî ewqasî nêzî azadiya xwe nebûbûn. Ya ku ji me tê xwestin ew e ku têkoşînê mezin bikin û tevlî nava refên gerîla bibin."