Girtiyên Xarpêtê bi serketin: Greva birçîbûnê bi dawî bû

Berxwedana girtiyên li Xarpêtê encam girt. Rêveberî dev jî sepandina nasnameyê berda, girtiyan dawî li çalakiya greva birçîbûnê anîn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ya li dijî xestpkirina mafên wan û spandina nasnameyê encam girt. Rêveberiya girtîgehê neçar ma ku dev ji spandina nasnameyê berde. Jinên girtî yên ku di 1’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn, çalakiya xwe bi dawî kirin.

Buroya Hiqûqê ya Hejaran li ser hesabê Twîtterê jî daxuyaniyek da û got: “Jinên Girtî yên li dijî sepandina nasnameyê ya li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê di 1’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, li ser bidawîkirina spandina nasnameyan dawî li çalakiya xwe anîne.”

KERTA QEDEXE Û ÊRÎŞAN

Ji ber sepandina kerta nasnameyê ya li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê, girtî nedikarîn biçe dozan, nexweşxane û revîrê, her wiha ne dikarî bi parêzer û malbatên xwe re jî hevdîtinê pêk bîne. Heta nedikarîn kargoyên xwe jî bigire. Girtiyên ku li ser vê kiriyarê di 1’ê Mijdarê de dest bi gireva birçîbûnê kiribûn, gardîyanan êrîşên fîzîkî li ser girtiyan didan kirin. Li ser nerazîbûnên raya girştî 35 girtî rojên borî ji girtîgehê sirgûnî girtîgehên din hatibûn kirin.