Girtiyên siyasî yên zindana Wanê, ji dayikên di Nobeda Edaletê de re name nivîsîn

Girtiyên siyasî yên di zindana Wanê de nameyek ji dayikên di Nobeta Edaletê de re şandin. Di nameyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Nameya ku girtiyan siyasî yên zindana Wanê ji dayikên di Nobeda Edaletê de şandine, wiha ye:

“Beriya her tiştî em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî lanet û şermezar dikin. Hêviya me ew e ku têkoşîn û berxwedana me wê dawî li vê amûra qutkirina tekiliya gel û serokatiya me bînin û azadiya Rêber Apo ya fizîkî pêk bînin. Em we hemû gelê me yê welatparêz, dayikên ku nobeda edaletê digirin, jinên berxwedêr, ciwanên têkoşer bi rêzdarî silav dikin û keda we pîroz dikin.”

‘GERÎLA BI BERXWEDANA MÎNAK A RÊBER APO ÇIYAYÊN KURDISTANÊ LI DIJMIN KIR DOJEH’

Girtiyan, di nameyê de da zanîn ku AKP-MHP, sala 2023’yan ji xwe re wek sala fînala serkeftinê dibîne û ji wê boneyê ye ku rêyeke derexlaqî serî lê nedabe nemaye û wiha li nameyê dewam kir:

“Niha çi li welat be, çi li derveyê welat be, em, hemû ji pêvajoya tenêkirin an jî bêbandorkirina Kurd û Kurdistaniyên di hemû kêliyan de di laş û hişê xwe de dijîn û dibînin. Avakarên vê pêvajoyê bloga faşîst a AKP-MHP’ê di bernameya xwe ya sala 2023’yan de wek fînala serkeftinê pênase dike. Ji ber vê jî tu rêyên dervîyê exlaqê neman ku bi kar neanîn. Lê dîsa jî nekarî dengê gelê me yê dilxwaz ê ji bo welatekî azad qut bikin. Ew deng di qadên pîrozbahiyên 8’ê Adarê û qadên Newrozê de bêhtir li wan da û pêknehatina armancên xwe jî jiyanê wan qadên Newrozê de hat çespandin. Rêbertiya me yê ku rêya me ronî dike, şehîdên me yên di vê meşa serkeftinê de canê xwe feda kirin, gerîlayên me yên têkoşînê bilind dikin, dayikên me yên nobeda edaletê digirin, jin û ciwanên dilsoz ku doza pîroz û girtiyên azadiyê yên berxwedanê geş dikin, bi hev re wek yek armancê vê plan û bernameya van neyarên Kurd û Kurdistanê pûç kirin û wan têk dibin. Bi taybetî, berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê hemû polîtîkayên qirêj ên faşîzma AKP-MHP’ê ku tenêkirina Tevgera Azadiyê û di şexsê Tevgera Azadiyê de jî ya gelê Kurd digirt bê wate hişt û veguherand serkeftina azadiya Kurdistanê. Gerîlayên ku berxwedaneke mînak a Rêber Apo hêvî, bawerî û moral ji xwe re digirin, hemû çiyayên Kurdistanê ji dagirkeran re kirin dojeh. Çi li qadên şer be, çi li qada siyaseta demokratîk be, bi pêşengtiya dayikên diltenik, jinên azad, ciwanên evîndar û hemû gelê me yê welatparêz de bloga faşîst a AKP-MHP’ê û hevkarên wan anîne ber hilweşandinê. Rexmî her cure pêkutî, îşkence girtin û kuştinan jî nikarin îrade, bawerî û hêviya gelê Kurd û Kurdistanê bişikînin. Her ku diçe li her deverê têkoşerên agirê berxwedanê û bi vê re jî ya serkeftinê gurtir dibe.

Girtiyan, piştî pîrozkirina çalakiya Nobeda Edaletê, name wisa bi dawî kirin“Em jî wek girtiyên azadiyê, di bin ronahiya roja xwe de soz didin ku heya dilopek xwîn di bedena me de hebe, em ê têkoşîna azadiya Kurd û Kurdistanê mezin bikin û xeyal û armanca şehîdên xwe pêk bînin. Bi boneya Cejna Qurbanê, di serî de em cejna qurbanê ya Rêbertiya xwe, dayikên me yên nobeda edaletê digirin, gelê me, tevgera me, gel û miletên misliman pîroz dikin. Xatirê cejnan jî wek cejnan pîroz in. Ji ber xatirê vê cejnê em hêvî dikin ku ew rojên bi hêvî û xeyalên wan mezinkirî bi hev re di qadên azad de pîroz bikin.”