Girtiyên siyasî ji bo Ramîn Hisên bang kirin

Girtiyên Siyasî yên li Girtîgeha Îtlaetê ya Sinê bang li saziyên mafê mirovan bikin ku ji bo Ramîn Hisên ku ev 9 roj in di girêva birçîbûnê de ye kêferatê bikin.

Girtiyên siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî ku 24'ê Hezîranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve hate desteserkirin, ji ber rewşa xerab a li ser tê ferzkirin 9 roj in di greva birçîbûnê de ye. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Îtlaetê ya Sine îro bi nameyeke nivîskî ya vekirî daxwaz ji Ramîn Hisên Penahî kirin dawî li greva xwe ya birçîbûnê bîne û her wiha ji saziyên mafên mirovan û civaka navneteweyî xwestin ku ji bo Ramîn Hisên bikevin nav hewldanan. 
 
Di nameyê de wiha tê gotin; "Li Girtîgeha Îtlaetê ya Sine 9 roj in Ramîn Hisên Penahî li hucreya yekkesî de di greva birçîbûnê de ye. Li gorî saloxan tenduristiya wî ne baş e. Em girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Navendî ya Sine ji rewşa tenduristiya Penahî bi fikar in. Em daxwazê jê dikin ku ji bo mafên xwe serî li rêyên din bide û daxwazê jê dikin ku dawî greva xwe ya birçîbûnê bîne.
 
Em daxwazê ji saziyên mafên mirovan û civaka navneteweyî dikin ku ji bo rizgarkirina giyanê girtiyê siyasî Ramîn Hisên tiştekê bikin."
 
Birayê Ramîn Hisên Penahî, Ehmed Hisên Penahî ji berî niha ji Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê re wiha gotibû; "Dosya birayê min bi hinceta ku endamê yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye şandine Dadgeha Sine. Supayên Pasdaran daxwaz ji dadgehê kiriye ku ceza darvekirinê bidin Ramîn."
 
Hêjayî gotinê di 24'ê Hezîranê de li Sine 4 pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan-Îranê ketin kemîna hêzên Îranê, di endamê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û Ramîn Hisên Penahî jî birîndarî kete destê hêzên Îranê.