Li girtiyên şandin Amedê xistin

Hate hînbûn ku piştî serhildana li girtîgeha Êlihê, girtiyên ku şandine girtîgeha Amedê hatine derbkirin.

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Hevgirtinê ya Malbatên Girtiyan (MED TÛHAD-FED) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) çûn serdana girtiyên piştî serhildana li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê şandine Girtîgeha Tîpa T a Amedê. Saziyan diyar kirin ku piştî serhildana li girtîgehê 400 girtî hatine sewqkirin.

TENDIRUSTIYA WAN LI BER ÇAVAN NEHATE GIRTIN

Saziyan raporek amade kirin. Di raporê de ev tişt hate diyarkirin:

“Girtî li gorî qaîdeyên temasa civakî nehatine amadekirin. Ev jî diyar dike ku tendirustiya girtiyan li ber çavan nehatiye girtin. Ji bo hevdîtina bi telefonê jî hatiye diyarkirin ku hê xeta telefonê nehatiye kişandin. Hevdîtina bi girtiyan re, bi qîrkirina ji pişt caman hatiye kirin. Ev hevdîtin tê wateya binpêkirina nepenbûna parastinê. Gardiyan di nav kampus û otobusê de li gorî qaîdeyên temasa civakî tevnegeriyane. Otobus tijî bûye û hinek kes jî li ser pêyan mane.”

GIRTÎ: EM HATIN DERBKIRIN

Di raporê de hate diyarkirin girtiyan gotine ku “Piştî serhildanê xebatkarên di nav rîngê de maske danenîne ber devê xwe û lê lepik di destê wan de bûye. Di dema sewqê de heqaret hatiye kirin. Di dema sewqkirin û çûna girtîgeha Amedê de jî şîddet li girtiyan hatiye kirin û li wan hatiye xistin. Li Amedê komeke qelebalix li wan dane.”

Di raporê de hate diyarkirin ku di bedena girtiyan de şûna lêdanan heye û bedena wan reşûşin bûye. Hate diyarkirin ku alavên paqijiyê jî nedane girtiyan, hevdîtina bi malbatan re nehatiye kirin û wê hevdîtina pêşîn 10 roj şûnde were kirin.

Di raporê de hate xwestin ku divê girtîgeha were dezenfektekirin, gardiyan li gorî qaîdeyên temasa civakî tevbigerin, li ser girtiyan kontrola tendirustiyê were kirin, divê alavên paqijî û hîjyenê belaş li girtiyan were belavkirin, divê mafê hevdîtina bi telefonê zûzûka bi cih were, heyeteke parlementer û nûnerên baroyê divê li gorî tevdîrên koronavîrusê biçin serdana girtîgehê û ev pêvajo were şopandin.