Girtiyên li Wanê: Bêhn li me çikandin

Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê nameyek şandin û qala binpêkirina mafên mirovan ên giran kirin. Girtiyan gotin, bi pêkanînên nû bêhn li wan çikandine.

Girtiyên ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê name şandin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê yeko yeko rêz kirin. Girtiyan, ragihand ku zêdetirî 2 sal in 9 hevalên wan tên tecrîdkirin. Girtiyan di nameya xwe de tiştên bi wan re rû bi rû dimînin wiha rêz kirin:

"* Ji havîna 2018'an ve ser hewadariya me bi têlan girtine. Ji ber vê hema bêje em nikarin bêhnê bistînin. Di serdema ewil di dema pergala koletiyê de mirov dixistin qefesan. Niha modelê li vir li ser me pêk tînin. Ji bo ev têl bên rakirin me serî li gelek saziyên dewletê da. Lê belê an bersiv nedan an jî bersivên neyînî dan.

* Rojnameya Yenî Yaşamê jî di nav de gelek pirtûk, kovar hwd. bi awayekî kêfî nadin me. Her wiha ji bo rojnameyê nedin me bi hincetên pûç biryarek ji dadgehê anîne. Radyoyên me nadin me. Ji dêvla wan hin radyonên ku 5 lîreyan jî nakin û tu qenalî nakişînin li kantînê bi 30-40 lîreyî difiroşin me.

* Nexasim di 4-5 salên dawî de her roj davêjin ser odeyên me, amûrên me belawela dikin û ji bo em em bêaram bin ji destê wan çi tê dikin. Nexasim jî hin gardiyanên bijartî di bin navê lêgerînê de hema bêje em taciz dikin û derî rûmeta mirovan tev digerin. Me ev yek gelek caran ji îdareya girtîgehê re gotiye, lê belê dîsa jî tiştekî nakin.

* Sewqên me yên ji bo nexweşxaneyê pir bi derengî tên xistin. Niha bi mehan e hin hevalên me li benda sewqê ne. Tedawîya girtiyên nexweş bi kêfî tên taloqkirin. Piştî greva birçîbûnê hevalên me tedawî nekirin. Ev demeke bijîşkek nû hatiye revîrê. Gelek caran bêyî hevalên me muayene bike, ji bo derûniya wan xirab bike tev digere û dermanên derûniyî dide hin hevalên me yên ku tu prisgirêkeke wan î derûnî tuneye. Gava em vê yekê qebûl nakin îjar me tedawî nake.

* Gelek hevalên me yên cezayê wan êdî di biniya salekê de ne divê sûdê ji berdana bikontrol bigirin û sewqî girtîgehên navçeyan bên kirin, lê belê ev yek nayê kirin.

* Niha bi rengekî kêfî 9 hevalên me bi awayekî cuda hatine kategorîzekirin û zêdetirî 2 sal in tên tecrîdkirin. Nahêlin ev heval tevî me sûdê ji çalakiyên civakiyî bigirin. Navê van hevalan ev in; Botan Timur, Divali Acar, Medet Oruç, Mert Ekinci, Adnan Mirzai, Nihat Şahin, Nevroz Korkmaz, Şaban Tekin û Nazmi Aydin.

* Di demên dawî de ji girtîgehên cuda hin hevalên me hatine sewqkirin. Van hevalan bi rojan dixin odeyekê û mexdûr dikin."