Girtiyên li Mêrdînê sê meh in hevdîtina parêzeran red dikin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Merdînê, ji ber ku hevdîtinên wan tên qeydkirin ev 3 meh in bi parêzerên xwe re hevdîtinê nakin.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku bi rêk û pêk êşkence û zext tên kirin, girtî 3 meh in bi parêzerên xwe re hevdîtinê nakin.

Li girtîgehê, vê dema dawiyê hevdîtinên parêzeran hem bi deng hem jî bi dîmen tên qeydkirin. Hate ragihandin ku girtî gelek caran li dijî vê pêkanînê îtiraz kirine, lê belê rêveberiya girtîgehê gav neavêtiye.

Girtiyan bi rêya malbat û parêeran mesaj şandin û gotin, heta ku hevdîtinên wan nema bên qeydkirin, wê hevdîtinê bi parêzeran re nekin.