Girtiyên jin: Em ê wan kincan biqetînin

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ne destnîşan kirin ku zexta lixwekirina kincê ji yekrengî yê li ser girtiyan tê ferzkirin, ne tenê li dijî girtiyan e, her wiha ji bo şikandina îradeya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye.

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê, der barê biryarnameya AKP'ê ya li ser lixwekirina kincê ji yekrengî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û hat gotin, "Hikumeta Erdogan a faşîst ku hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan ava kiriye, di pêvajoya heyî de plan û projeyên xwe yên li dijî mirovahiyê didomîne."

Girtiyan diyar kirin ku AKP bi rêya biryarnameyan dixwaze emrê xwe dirêj bike û gotin, "AKP a ku ji her alî ve têk diçe, ne bi Rewşa Awarte, ne bi biryarnameyan, ne jî bi çeteyên xwe nikare xwe rizgar bike."

Girtiyan işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin, "Bi rêya tecrîda giran a li ser Rêber Apo re dixwazin îradeya gelê me teslîm bigirin."

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser biryarnameya lixwekirina kincê ji yekrengî û hat destnîşankirin ku ev yek êrîşek ji bo şikandina vîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê, em dibêjin ku em ê serî li ber polîtîkayên faşîst netewînin. Sakîne Cansiz, Kemal Pîr, Alî Çîçek bi çi rengî li vê zindanê li ber xwe dan, em ê jî bi heman rengî li ber xwe bidin. Em ê wan kincan biqetînin û biavêjin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz, demokrat û şoreşger dikin ku li dora Rêber Apo li hev civin û berxwedana zindanan li derve geş bikin."