Girtiyên hatin êşkencekirin: Divê tavilê li girtîgehê lêkolîn bê kirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi hinceta ku girtiya ‘Sirûda Îstiklalê’ nexwendine gardiyanan êrîş bireye ser wan û li wan dane. Girtiyan bang kir ku tavilê divê li girtîgehê lêkolînê bikin.

Li Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê îro danê sibehê gardiyanan avêt ser 2 qawîşan û gef li girtiyan xwarin ku ‘Sirûda Îstîklalê’ bixwînin.

Girtiyê bi navê Hamza Sonmez ku îro telefonî malbata xwe kir, ragihand ku gardiyanan avêtiye ser qawîşa wan û gef li wan xwarine ku ‘Sirûda Îstîklalê’ bixwînin û got: "Îro gardiyanan avêtin ser 2 qawîşan. Ji me re gotin rabin ser pêyan û ‘Sîrûda Îstîklalê’ bixwînin. Me jî ev yek qebûl nekir. Paşê li me xistin. Ê min li serê min xistin. Gelek hevalên din jî ji difinên xwe û deverên din birîndar bûne. Em niha jî di hûcreyê de ne. Me rapora derbkirinê jî girt. Gelek hevalên me yên ku birîndar bûn wê sibê emeliyat bibin."

Sonmez, bang li raya giştî kir ku di vî warî da hesas bin û xwest demildest şandeyeke ÎHD'ê li girtîgehê lêkolînan bike.