Girtiyê nexweş: Kirinên dijî mirovahiyê li ser me ferz dikin

Girtiyê Nexweş Hasan Aşa, ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye got, kirinên 'dijî mirovî' li ser wan ferz dikin.

Girtiyê nexweş ê bi navê Hasan Aşa (44) ku ev 3 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê girtî ye, bi nameya ku şandî bal kişande ser binpêkirina mafan a li girtîgehê.

Nameya Aşa wiha ye:

"Li Girtîgeha Tîpa T a Amedê li dijî girtiyan kirinên rûmetşikîn û dijî mirovahiyê didomin. Di demên dawî de terisandinên polîtîkayên şer ên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê li girtîgehan zêde dibin. Ev nêzî 2 mehan in li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê li dijî girtiyên ku diçine nexweşxanê û dadgehê kirinên dij mirovî û rûmetşikîn têne ferzkirin. Girtiyên ku vê qebûl nakin bi zorê wan dibin dadgehan û girtiyên nexweş jî nabin nexweşxaneyan. 9'ê Îlona 2017'an ji bo ku biçim nexweşxaneyê li gel ku qerdiyanan ser min seh kirin û li gel ku ji cîhaza X-Ray derbas bûm jî, ji bo ku min kirinên rûmetşikîn û dijî mirovahiyê ên personelê leşkerî qebûl nekir ez nebirim nexweşxaneyê. Ev 3 sal in li girtîgehê me. Ev nêzî 9 mehan in divê ez tedawiya hemodiyalîzê bibînim. Di raporên min ên desteya tendirûstiyê de tê diyarkirin ku 90 ji 100'î fonksiyona bedena min têk çûye û ku hefteyê 3 rojan neçim diyalîzê li gel ku talokeya mirinê heye jî min nabin nexweşxaneyê."

Aşa ji ber ku tevlî mîtîngên Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) bûye Aşa Tîrmeha 2014'an bi îdîaya ku 'propaganda rêxistinê' hatiye girtin, ji dosyayên cihê 13 sal û 5 meh cezayê teqez lê hatiye birîn.