Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da

Girtiyên nexweş Huseyîn Îdîg ê 26 salan li girtîgehê dîl hate girtin, li Sêrtê jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg ku 26 salan girtî mabû û înfaza wî hatibû taloqkirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da. Îdîg, piştî ku 26 salan girtî ma, dema li Girtîgeha Amedê Tîpa D girtîbû, di sala 2018’an de ji ber nexweşiyên wî înfaza wî hatibû taloqkirin û hatibû berdan.  

MED TUHAD-FED’ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê agahî parve kir ku girtiyê nexweş ê giran Huseyîn Îdîg li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest daye.  

Malbatê û rêveberê komeleya girtiyan piştî ku cenaze ji morga nexweşxaneyê ya Misirca Sêrtê wergirtin, duh li gundê Siertan ê bi ser navçeya Misirca Sêrtê veşartin. Endam û rêveberên TUAY-DER’ê yên Amed û Sêrtê û rêveberên HDP’ê tevlî merasîma cenaze bûn. Hat diyarkirin ku şîna ji bo Îdîg hatiye danîn wê sibê bi dawî bibe.  

MED TUHAD-FED’ê destnîşan kir ku bi sedan girtiyên nexweş ên li sînorê mirinê hene û nayên berdan û xwest hemû girtiyên nexweş werin berdan.