Girtiyê ku dewletê ew bi kanser xist, jiyana xwe ji dest da

Nîhat Baymîş ê ku di girtîgehê de nexweşiya pençeşêrê lê der bû, vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Baymîş demek dirêj bû ne dihat tehliyekirin û nexweşiya wî her diçû girantir bû.

Nîhat Baymîş li Girtîgeha Hejmara 4’an a Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê dima û li vir bi nexweşiya losemiyê (pençeşêra xwînê) ket. Lê nehat dermankirin û nexweşî roj bi roj lê giran kir.

Malbata Baymîş cenaze ji morga nexweşxaneyê wergirt û li Goristana Yenîkoyê ya Baglarê veşart. Di merasîmê de malbata Baymîş, endamên Însiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re, rêveberên DBP Û HDP’ê amade bûn. Cenaze bi xwendina duayan spartin axê.

‘DI TEMENÊ CIWANTIYÊ DE JI BO GEL TÊKOŞIYA’

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamci di merasîmê de axivî û got ku Baymiş ji ciwaniya xwe heta niha ji bo gelê xwe têkoşiya. Çamci anî ziman ku her roja ku diçe pirsgirêkên li girtîgehan zêde dibin û got: “Gelek hevalên me yên wek heval Nîhat bi nexweşiyên giran ketine. xeteriya mirinê li ser 26 ji girtiyên nexweş heye. Bila destên xwe deynin ser wijdanê xwe û dev ji vê zilmê berdin.”

Ji bo Baymîş li Mala Şînê ya Kûlplûlar wê serdanên sersaziyê werin qebûlkirin.

DEWLETÊ NEDIHIŞT BÊ DERMANKIRIN

Nîhat Baymîş sala 2011’an de bi îdîaya ‘endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin, ji bidawîbûna cezayê wî 10 meh mabûn di 9’ê Hezîrana 2017’an de hatibû berdan. Sala 2015’an nexweşiya losemî (pençeşêra xwînê) pê re çêbû û dema li girtîgehê bû ji ber ku nehat dermankirin, nexweşî lê giran bûbû.