Girtiyan name ji Ozdemîr re şandin ên ku di rojiya mirinê de ye

Girtiyan name ji Menduh Merwan Ozdemîr re şandin ên ku di rojiya mirinê de ye. Girtiyên li Wanê gotin ku ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîdê bişkînin’

Yek ji cihê ku greva birçîbûnê tê kirin jî Başûrê Kurdistanê ye. Nasir Yagiz li Hewlêrê, Fadîle Tok li Mexmûrê û Herêm Mehmûd jî li Kelarê di greva birçîbûnê de ne. Di 14’ê Gulanê de Merwan Menduh Ozdemîr jî li Silêmaniyê dest bi rojiya mirinê kir.

Merwan Menduh Ozdemîr li Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya Silêmaniyê dest bi rojiya mirinê kir û berxwedana wî di roja sêyan de didome. Girtiyên li Girtîgeha Wanê ya ku Ewlehiya Wê Zêde nameyek ji wî re şandin û berxwedana wî silav kirin.

Girtiyan li ser navê Sînan Dayan name ji Ozdemîr re şandin û gotin ku ‘Çi dibe bila bibe wê serkeftin a berxwedêran be.’

TENDIRUSTIYA ÇALAKGERAN

Dayan di nameya xwe de derbarê tendirustiya xwe ev agahî da:

“Çalakiya hevalên koma pêşîn di roja 150’an de ye. Di warê dîtin û bihîstinê de êdî astengî pêk tên. Xwînê vedireşin. Çend hevalên me tena serê xwe nikarin rabin. Roj bi roj rewşa hevalan xerab dibe. Herî kêm 20 kîlo li xwe kêm kirine.

Berxwedana koma duyemîn jî di roja 76’an de ye. Koma jî 15 kîlo li xwe kêm kirine. Serêş û sergêjî bi me re peyda bûye.

Rojiyên mirinê jî di roja 15’an de ye. Rewşa hevalan di rojiya mirinê de giran bûye. Çavê wan zer bûye, nikarin biaxivin.”

Sînan Dayan nameya xwe bi peyama ‘Lê çi dibe bila bibe, em ê tecrîdê bişkînin. Serkeftin wê ya berxwedêran be’ qedand.