Girtiya bi xwînê vedireşe: Çalakiya min wê bidome

Çalakger Gullu Daşçi ku li Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye verdişe û xwîn ji devê wê tê. Daşçi tevî vê yekê jî eşkere kir ku wê çalakiya xwe bidomîne.

Yek ji girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Gullu Daşçi ya 25 salî ye ku bi xwînê vedireşe.

Daşçi ji 20'ê Sibatê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye.

Daşçi ku ji ber sûcdariyên cuda 12 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, 2,5 sal in girtî ye. Dayika wê Leyla Daşçi (60) roja 15'ê Gulanê bi keça xwe re axivî û diyar kir, rewşa tenduristiyê ya keça wê giran e. Daşçi got, keça wê tevî 14 hevalên xwe di greva birçîbûnê de ye û roja Duşemê (13'ê Gulanê) 4 caran vereşiya ye û xwîn ji devê wê hatiye.

Leyla Daşçi diyar kir, heta dawî li tecrîdê bê anîn wê çalakiya xwe bidomînin.