Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê veguheriye qada êşkenceyê!

Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir ku di demên dawî de ji girtîgehên Tirkiyeyê agahiyên xeternak tên û anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê hemû mafên girtiyan tên binpêkirin û ew ji jiyana girtiyan bi fikarin.

Li gelek girtîgehên bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê her roj mafên girtiyan tên qedexekirin û hemû aktîvîteyên wan tên astengkirin. Li gel binpêkirina mafên girtiyan êşkence û êrîşên li dijî girtiyan jî derketine asta herî bilind. Di rojên dawî de ji gelek girtîgehan agahiyên xeternak tên û ev rewş gefê li ewlehiya jiyana girtiyan dixwe. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê ye. Di demên dawî de ji 40 zêdetir girtî sirgunî Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê hatin kirin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê tên girtin di şert û mercên giran tên girtin. Her wiha girtiyan dernaxin rewîrê, pencere girtî ne, gardiyan her dem li deriyan dixin û girtiyan tacîz dikin. Wekî din gardiyan destûrê nadin ku girtî rih û porên xwe biqûsînin û her hefteyê tenê 10 girtî dikarin bi malbatên xwe re bi axivin. Têkildarî van pêkanînan Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Wanê Mûrat Melet ji ANF'ê re axivî. Melet destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê her roj mafên girtiyan tên qedexekirin û hemû aktîvîteyên wan tên astengkirin.

'LI GIRTÎGEHA AGIRIYÊ PÊKANÊN TAYBET'

Melet da zanîn ku di van demê dawî de ji girtîgehan agahiyên xeternak tên û wiha axivî: "Li hemû girtîgehên Tirkiyeyê her roj agahiyên binpêkirinên mafên mirovan tên, bi taybetî li hin girtîgehan pêkanînên cuda di dewrê de ne. Ji ber Rewşa Awarte û valahiya siyasetê ya li Tirkiyeyê her ku diçe rewşa girtîgehan xerab dibe û li girtîgehan hewldanên şexsî û keyfî têne nîşandan. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê ye. Ji ber ev girtîgeh ya berê ya leşkerî ye şert û mercên girtiyan gelek giran e. Li Girtîgeha Agiriyê pêkanînên taybet di dewrê de ne. Di vê dema dawî de gelek girtî jî Girtîgeha Gumuşhaneyê sirgunî Girtîgeha Agiriyê hatine kirin."

'REWŞA GIRTIYAN DI XETEREYÊ DE YE'

Melet anî ziman ku  girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê tên girtin di şert û mercên giran tên girtin û wiha dewam kir: "Li girtîgehê girtiyan dernaxin rewîrê, pencereyên girtîgehê girtî ne, gardiyan her dem li deriyan dixin û girtiyan tacîz dikin. Wekî din gardiyan destûrê nadin ku girtî rih û porên xwe biqûsînin û her hefteyê tenê 10 girtî dikarin bi malbatên xwe re bi axivin. Her wiha girtiyên nexweş nayên derman kirin û dermanên wan nayên dayin. Ev jî dibe sedem ku rewşa girtiyan bikeve xeteriyê."

'LI AGIRIYÊ HIQÛQ SERÛBIN BÛYE'

Melet da xuyakirin ku li Girtîgeha Agiriyê hiqûq serûbin bûye û got: "Li Agiriyê rewşa girtiyan xeternak e. Li Girtîgeha Agiriyê hemû mafên girtiyan têne binpêkirin û mafên wan yên jiyanê jî têne binpêkirin. Girtîgeha Agiriyê, girtîgeheke kevn a Leşkerî ye ev jî ji vê yekê tê. Girtîgeha Leşkerî ji hişmendiye milîtarîst tê û pêkanîn milîtarîst di dewrê de ne. Girtîgeha Agiriyê bi pêkanên leşkerî tê birêvebirin. Ji ber vê yekê jî hemû mafên girtiyan têne binpêkirin û girtiyên nexweş nayên derman kirin. Ji name û serlêdanên têne komeleya me rewşa girtîgeha Agiriyê xirab e û hemû sîstema hiqûqê serûbin bûye. Em bang li rayedar û Wezîrê Edaletê dikin ku pêşî li êşkence û binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Leşkerî ya Agiriyê bigirin."