‘Girtîgeha Patnosê veguheriye cihê êşkenceyê’

Dayika girtiyê bi navê Mustafa Toptekîn, Herdem Toptekîn diyar kir ku ji ber zext û tundiya li Girtîgeha Patnosê, girtîgeh veguheriye cihê êşkenceyê û got, di nava xwarin û nanê girtiyan de neynûk derdikevin û heftiyê du caran gardiyan davêin ser qawîşan.

Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê Zext û tundiya li ser girtiyan didome. Dayika girtiyê bi navê Mustafa Toptekîn, Herdem Toptekîn diyar kir ku hemû mafên zarokên me tên binpêkirin û got, girtîgeh kirine navenda tecrîd û êşkenceyê.

‘BÊ SÛÇ 9 SAL E DI GIRTÎGEHÊ DE TÊ GIRTIN’

Toptekîn da zanîn ku kurê wê di sala di sala 2010’an de li Deriyê Çiyê ji aliyê polîsan ve hate destîgkrin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 9 sal e di girtîgehê de tê girtin. Dayik Toptekîn anî ziman ku kurê wê ti sûç nekiriye û wî tenê dibistan dixwend û destnîşan kir ku di sala 1990’an de ji ber polîtîkayên şer ên dewletê, koçî Sûr a Amedê kirine û ji wê rojê heta niha ve malbagta wan di hedefa dewletê de ye.

‘ZEXTÊN DERÛNÎ Û FÎZIKÎ LI SER GITIYAN DIKIN’

Toptekîn der barê zextên li girtiyan tên kirin jî ev agahî dan:“ Dema ez çûm girtîgehê kurê min ji min re got, piştî grevên birçîbûnê, helwesta rêveberiya girtîgehê hişk bûye. Kurê min û hevalên xwe ji ber ku 2 meh û nîv di greva birçîbûnê de ma, pir zeîf û bêhal bûye. Di hevdîtinê de kurê min got, bi zextên derûnî re zextên fîzîkî jî pir zêde bûne. Kurê min berî 9 salan bi tendirust hate destgîrkirin û di nava 9 salan de gelek nexweşî di kurê min de rû dane. Girtiyan di demê xwe de nabin nexweşxanê û bi rêk û pêk nayin dermankirin. Ez pere ji kurê xwe re dişinim, pere ji bo min paşde vedigere û nadin zarokên me. Di her alî de Patnos bûye cihek taybet û îşkence li girtiyan tê kirin.”

‘DI NAVA XWARINA GIRTIYAN DE NEYNÛK DERDIKEVIN’

Dayik Toptekîn destnîşan kir ku berê jî di girtîgehê de zext hebûn û û ev tişt got: “Piştî grevên birçîbûnê û vir de zextên li ser girtîgehan zêde bûn. Gardiyan heftiyê du caran li ser qawîşan de digrin. Doşekên girtiyan bi kêrê diçirînin û lêgerîn dikin. Gardiyan helwestên şikandina rûmeta girtiyan nîşan didin û heqaretê li wan dikin. Kurê min got, di girtîgehê de ekîbên taybet hene. Divê Wezareta Dadê vê yekê lêkolîn bike. Hefteyê tenê carekê ava gerim didin girtiyan. Di nava xwarin û nanê didin girtiyan de neynûk û kêzik derdikevin. Rojname û pirtûkan nadin zarokên me. Her wiha kurê min got, ji ber biha buhabûna birinç li girtîgehê her demê savarê çêdikin û di nava savarê de jî neynûk û kêzîk derdikevin. Dîsan rêveberiya girtîgehê destûr nade girtî pantolên bi berîk li xwe bikin. Dema em jî diçin girtîgehê rastî zor û zehmetiyên mezin tên. Malbat jî rastî zoriyên mezin tên.”