Girê Seyrê bi beton hatiye herimandin

Girê Seyrê ku demekê xelkê Wanê li ser wî girî li bajêr û Gola Wanê temaşe dikir, niha bi temamî bûye cihekî ji betonê.

Şaredarê Artemêtê yê AKP'yî Îsmaîl Say, girê seyrê ku yek ji bedewiyên xwezayî yên Wanê ye, ji bo lêkirina avahiyan pêşkêşî alîgirên xwe kir.

Artemêt ku yek ji navçeyên tûrîstîk ên Wanê ye û bi xwezaya xwe naskirî ye, salên dawî bûye qurbanê qeyûm û rêveberiya şaredariya AKP'yî. Piştî ku şaredariya HDP'î di sala 2016'an de hate desteserkirin, Atif Çîçeklî yê weke qeyûm lê hate bicihkirin, qada ku weke 'Keleha Keçê' tê naskirin pêşkêşî kargehên cafe û yên cuda hate kirin. Qada ku Keleha Keçê jê re tê gotin û bi taybetî mehên havînê xelkê Wanê lê dicive, veguheriye qadeke rantê. Dar lê hatine birîn û avahiyên ji beton lê hatiye çêkirin. Qeyûm Atif Çîçeklî ê ku xwezaya Artemêtê tune kir, piştî ku di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de HDP'ê şaredarî bi dest xist, çû Antalyayê. HDP'ê tevî ku şaredarî qezenç kir, bi hinceta 'biryarnameyan' mazbata ji hevşaredarên HDP'î re nehate dayin û Wezareta Karên Hundir Îsmaîl Say ê AKP'yî yê ku di hilbijartinê de têk çû, weke Şaredar bi cih kir.

Bi tayînkirina Say re li Artemêtê talankirina xwezayê dewam kir. Hema bibêje Artemêt bi temamî veguheriye qadeke ji betonê. Qadên şênkahî pêşkêşî avadaniyê hate kirin. Say ê AKP'yî qîma xwe bi vê jî neanî û erdên li girê seyrê jî pêşkêşî firotinê kir. Girê Seyr bûye qadeke ji beton ku vîla lê hatine çêkirin.

PÊŞKÊŞÎ ÇEND DEWLEMENDAN KIRIN

Aktîvîstê ekolojiyê Fatîh Şahîn ji ANF'ê re got, "Girê Seyr ku yek ji qadên bedew ên Artemêtê ye, kirin qadeke vîlayên dewlemendan. Qada ku gel lê hewa paqij werdigir, xwe ji stresê rizgar dikir tune kirin. Girê Seyr kirin qurbanê çend dewlemendan. Kanalîzasyona Artemêtê diherike nava golê. Ji bo paqijkirina golê wesayita paqijkirinê nîne, xweza talan kirin. Em ê vê şaredariya qeyûm rawestînin. Em bang li xelkê Wanê dikin ku di vê mijarê de hişyar be."