Gerîllayan li hemberî leşkerên dagirker çalakiyek li dar xistin

Gerîllayên HPG’ê li hemberî leşkerên dagirker çalakiyên sûîkast û mayînê li dar xistin. Di çalakiyan de 6 leşker hatin kuştin.

Li hemberî operasyona dewleta Tirk a ku dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike, çalakiyên gerîllayên HPG û YJA-Starê didomin.

Îro piştî nîvro li hemberî leşkerên li Qela Bedewê çalakiya sûîkastê hate lidarxistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Ji xeynî vê jî gerîlla bi çekên giran û mayînan çalakiyan li dar dixin. Di çalakiya çekên giran de leşkerek, di ya mayînê de jî 3 leşker hatin kuştin.

Li gorî saeta herêmî di 15.20’an de li hemberî leşkerên dagirker çalakiyeke din jî hate lidarxistin. Derbarê çalakiyê tu agahî nehatin wergirtin.