Gerîlla TV’yê dîmenê çalakiyê weşand

 Gerîlla TV’yê dîmenê çalakiya li dijî wesayîtên ku dixwestin ji bo operasyonê rê çêbikin, weşand.

Têkildarî dîmenên Gerîlla Tvyê ev nîşe jî hate belavkirin:

“Di 25’ê Tebaxê de saet di navbera 10.30-11.00’an de hêzên me li dijî hêzên dagirker ên di navbera qereqola Deştanê û Geliyê Deştanê ya Çelê de xebata rê dikirin, çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîta kar îmha bûye û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li Zozanê Zavîteyê dane.”