Gerîlayên YRK'ê: Dijmin wê nikaribe vîna azad tecrîd bike

Gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser tevahiya gelê Kurd û gelên bindeste û gotin, "Dijmin wê nikaribe vîna azad tecrîd bike."

Gerîlayên YRK'ê derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, dagirkeriya li ser Kurdistanê tê ferzkirin û erk û berpirsiyariyên gelê Kurd ên ji bo şkandina tecrîdê ji ANF'ê re nirxandin.

Gerîla Serhed Hewraman diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de tecrîdek girankirî li ser gelê Kurd û gelên bindest tê ferzkirin û wiha pêde çû: "Dijmin bi xwe jî baş dizane ku nikare vîna azad tecrîd bike. Her wiha çawa ku bi xwe ji her kesê baştir dizane ku di tecrîdkirinê de israr dike, ji ber ku dixwaze bi wê siyaseta xwe Rêber Apo û gelê Kurd ji hevdu qut bike. Lê em hemû û dijmin jî dizanin ku Rêber Apo ne takekes e, belku fikir û felsefeyek e, gelê Kurd û gelên bindest bi wê felsefeyê dijîn. Bi vî rengî jî nikare di şexsê Rêber Apo de tecrîdê bidomîne. Ji ber ku her yek ji me û her ferdek ji civaka me li her kû dibe bila bibe bi fikir û felsefeya Rêber Apo dijî. Raste ku îro Rêberê me di aliyê fîzîkî de li girtîgehê ye, ev yek ji bo me gerîla û gelê me weke şermekê ye û pêwîste her kes bi erk û berpirsiyariyê xwe rabe ser pêyan; ji ber ku Rêber Apo kêliyek rehetî û bê xemî ji bo xwe qebûl nekiriye. Di nava girtîgehê de jî roj bi roj fikir û berxwedana xwe mezintir kir. Pêwîste ku em jî wek gerîlayên Rêber Apo, gelê Kurd û gelên bindest li hemberî bê edaletî bê deng nebin û rabin ser pêyan. Her kes bi nîşandana vîn û hêza xwe dikare peyama ‘tu nikarî Rêberê me tecrîd bikî’ bide dijminê dagirker. Niha jî dem hatiye ku her kes bi vîna xwe li dijî dagirkeriyê bisekine, ne tenê erkê gelê Kurd yan gerîla ye, pêwîste em hemû destê xwe bidin hev û bi yek ruh û îradeyî li hemberî dagirkeriyê rawestin da bikarin bi hevdu re peyamekê bidin dijmin. Dijmin dixwaze gel ji Rêbertî dûr bixe, lê em jî dizanîn ku roj bi roj Rêber Apo di nav dilê giştî gelê Kurd û gelên bindest de cihê xwe vedike. Niha jî ku em temaşe dikin tevgera ku Rêber Apo avakirî roj bi roj li her devera cîhanê ji her welatî tevlî nava wê tevgerê dibin. Ew e jî nîşan dide ku fikrê Rêber Apo belav bûye û her kes jî wê fikrê dipejirîne."

Gerîla Çiyako Armanc jî bal kişande ser girîngiya xebat û kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û got: "Bê guman bi salane ku gelê Kurd pirsgirêka xwe ya bindestiyê heye. Piştî demeke dirêj weke her gelê azadbûyî ew jî li pey azadiya xwe ye. Rêberek ji me re peyda bû bi navê Rêber Apo. Rêberekî rasteqîn e, Rêbertiyekî ku gelê Kurd ji mirinê rizgar kir, ji nû ve vejand û jiyaneke nû pêşkêşî me kir. Kesayetiyek nû di her ferdê Kurd de ava kir û em fêrî rêbaza jiyana mîna mirovan kir. Bêguman di nava wan rêbazan de ya herî girîng exlaq bû. Rêberên wiha di nava mirovatiyê de pir kêm derdikevin. Berê derketine û rêya wan jî berdewame, lê di vê sedsalê de ku bi taybetî ber bi mirina mirovatî ve diçin ango mirov bûne gurê hevdu, Rêberekî wiha ji bo me gelê Kurd peyda bû ku ji bo mirovatiyê pêşengî kir û bîr û baweriyeke nû pêşxist. Ji hemû rewşenbîr û şoreşgerên dîrokê heya niha rêxistineke giştî ava kir û ji hemû pirsgirêkên cîhanê, pirsgirêka gelê Kurd a li Rojhilata Navîn û bi hevrejiyana gelan bû hêza çareseriyê û bû metirsiyeke mezin ji bo tinekirina sîstema sermayedarî û qirker. Bêguman ev yek zirarek mezin da sîstema serwer a li ser cîhanê. Li ser wê esasê tecrîdek li ser mirovatî û azadiyê hate ferzkirin. Tecrîda ku îro li ser Rêber Apo heye, tecrîda li ser azadî, mirovatî, aştî û bi hevrjiyana gelan e. Ji ber wê di berjewendiya sîstemên serwer de nîne ku wan tiştên Rêber Apo ava û zindîkirî û kiriye nirx ji bo mirovatî, di nava gelan de neyê jiyîn. Dema Rêber Apo hate destgîrkirin bi dehan hevrêyên me bi drûşmeya ‘kes nikare roja me tarî bike’ canê xwe dan ber agir. Bêguman ev yek îro jî bi şêwazê gel û gerîla jiyan dibe. Her kesê ku dilopek ji zanista Rêber Apo vexwaribe wê heta dawiyê vê rêyê bidomîne. Weke gelê Kurd û gerîlayên YRK’ê em xwe li hemberî wê pêvajoyê berpirsiyar dibînîn. Dîlkirina Rêber Apo dîlgirtina azadiyê ye, lê ji dijmin re sabît bû ku azadî nayê dîlgirtin. Ji ber ku Rêber Apo di nava hucreyekî takekesî da hê bêhtir girîngî da azadiyê û felsfeyek pêşxist ku zêdetir rûyê rasteqîn ê sîstemên desthilatdar derxist holê. Erkê me ewe ku xwedî li Rêberê Xwe derkevin, ji berku wî kêlî bi kêliya jiyana xwe fedayê me kir."

Herî dawî gerîla Agir Efrîn jî destnîşan kir ku berxwedana li Îmraliyê ji bo hemû ciwanên Kurd, gerîla û gelê Kurd weke ferman, perspektîf, hêvî û têkoşîne. Efrîn wiha axaftina xwe domand: "Dixwazin wê tecrîdê li ser hemû Kurdistanê ferz bikin, ji ber wê her roj dagirkerekê li ser Kurdistanê serwer dikin yan jî yên ku berjewendiya xwe têde dibînin piştgiriyê didin wê siyasetê, dixwazin planên xwe pêk bînin. Ew tecrîda li ser Rêber Apo tê ferzkirin, şerê ku li Kurdistanê bi rêve diçe û rojane siyaseta xwe pêk tînin ji aliyê îtîfaqa AKP-MHP’ê ve tê xuyakirin. Eger li rastiyê temaşe bikîn em ê bibînin ku li pişt wê tecrîdê sîstemek yan jî siyasetek a dagirkeriyê heye. Eger îro AKP-MHP di wê astê de ne ku li ser Rêber Apo tecrîdê ferz dikin û li Kurdistanê siyaseta şer, komkujî û qirkirinê pêş dixin helbet ji sîstemekî ya ku piştevaniya wan dike cesaretê digrin. Ew sîstema ku Kurdistan kir 4 parçe û berjewendiya wê li Kurdistanê heye, Kurdistanê talan dikin. Ew rastiyeke ku dibe sed sal beriya niha pir eşkere nedibû, lê îro hem wek Tevger, wek gerîla û wek miroveke Kurd ku li vî welatî dijî ev siyasete bi awayek zelal û ber biçav fêm dike. Ji ber ku li Kurdistanê gundek nemaye ku nehatibe tecrîdkirin, bajarek nîne ku nehatibe dorpêçkirin, her roj çiyayên Kurdistanê tên bombekirin, her rojê ciwanên Kurd tê qetilkirin, tecawîzê jinên Kurd dikin û dewlemendiyên Kurdistanê tên wêrankirin, dizîn û talankirin. Ev yek ji bo her kesê eşkere ye ku armanca wan carekî din Kurdistanê wêran bikin û ruhê azad ziwa bikin e. Bi hezaran ciwanên Kurd xistine girtîgehê û siyaseta madeyên hişber û şerê taybet bi rêvedibin. Ji bo ku gelê Kurd ji qirkirina çandî re derbas bikin çi ji destê wan bê dikin. Bêguman kesên ku wê welatê biparêzin hene, ku li dijî vê siyasetê bi ruhek fedayî têdikoşin, rojane çalakiyan dikin û planên dijmin xira dikin. Bêguman ev yek destpêkê bi helwesta Rêber Apo re bi pêş dikeve, lewre îro qibleya têkoşîna me û hemû şêwazên têkoşîna me Îmraliye. Berxwedana Îmraliyê ya ku Rêber Apo bi rêve dibe ji bo hemû ciwanên Kurd fermane, ji bo hemû gerîlayan perspektîfe û ji bo hemû gelê Kurd hêvî û têkoşîn e. Bang li hemû ciwanên Kurd dikim ku bi hêvî û serbixwe têbikoşin û li hemberî dagirkeriyê çok ne danin."