Gerîlayên YJA Starê: Zîlan manîfestoya me ya jiyana azad e

Bi boneya salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) gerîlayên YJA Starê dan diyarkirin ku ‘Zîlan manîfestoya me ya jiyana azad e û em ê bi ruhê Zîlanan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidin domandin.’

Bi boneya salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) gerîlayên YJA Starê ji ANF’ê re axivîn.

Evîndar Zagros:Heval Zîlan wekî ku tê zanîn sembola azadiya jinê ye. Manîfestoya me ya jiyana azad e. Heval Zîlan bi çalakiya xwe ya mezin hişt ku bi hezaran Zîlan îro berê xwe bidin rêya têkoşîna azadiya jinê. Hevala Zîlan bi bombeya di xwe de teqand hişt ku deng bigîhije her jinekê cîhanê ku wan ji xewa giran hişyar bike. Heval Zîlan bi vê sekna xwe, bi fikrê xwe yê azadiya jinê, bi azadiya Rêbertî re di dilê xwe de mezin kir. Roja îro de jî bi hezaran jin li ser şopa heval Zîlan dimeşin. Em dixwazin di nava vê şoreşê de rola xwe bilîzin. Îroj bi sedan hevalên me yên ku di çeperên şer de li ber xwe didin ev hemû encam bi sekna rêhevala Zîlan hatiye bidestxistin.

Sekna ku heval Zîlan da raberkirin bi rastî jî seknekî wisa ji rêzê nîn bû. Hişt ku li ser hezaran mirovan bandorbûyînekî were çêkirin. Hişt ku bi rastî jî jin bikeve ferqa kesayeta xwe. Wekî jinekê, wekî hebûnekê çawa di nava têkoşîneke wisa de li ber xwe bide û bikaribe li azadiya xwe bigere, bikaribe rastiya jin yê ku hatiye tepisandin roja îro di nava sîstemê dagirker de li rastiya xwe hişyar bibe. Heval Zîlan di heman demê de weke jinekê bi sekna xwe vê hişyarî da tevahî jinên cîhanê. Em bi minasebata vê rojê di şexsê hevala Zîlan de hemû hevalên ku di çeperan de îro li ber xwe didin, heya nefesê xwe yê dawiyê şerkirin û şehîd ketin bi bîr tînin û li hember wan bejna xwe ditewînin.”

Faraşîn Koçer:Ji bo 30 Hezîranê her çiqasî bilêvkirina wê zehmet be û mirov nekare bi çend gotinan bîne ser ziman jî ji bo ku dîrok her tim zindî were hiştin em erkdarên ku hinek pênaseya vê bikin. Her çiqasî heval Zîlan di sala 1996’an de li Dersîmê çalakiya fedaî kiribe jî ew qas sal ketibin navberê de jî lê ruhê heval Zîlan di roja me de jî hîna zindî ye. Eger ku îro ruhê berxwedaniyê hebe ev bi ruhê heval Zîlan ku di me de daye avakirin. Ji bo vê jî ruhê ku heval Zîlan di me de daye avakirin çiqas zehmetî hebe jî bila hebe em ê hertim ruhê wê bidin meşandin. Ji bo vê em erkdar in.

Çawa ku em dibêjin em şopdarê hevalên xwe yên şehîd in, em erkdar in ku ruhê berxwedaniyê yê ku di me de daye avakirin hertim hewl bidin ku xwedî li vê erkê derbikevin. Çiqasî dijmin êrîşên xwe dijwar bike bila bike jî em vê baweriyê de ne ku tiştê ku hevalê şehîd di me de dane avakirin bi vî ruhî em ê berxwedaniya xwe bidomînîn. Tiştê ku dihêle mirov bi hêrs ser dijmin de biçe û bi xwestek têkoşînekê bide meşandin ev ruhê heval Zîlan e.”