Gerîlayên YJA Starê Viyan Soran bi bîr anîn

Gerîlayên YJA Starê ji fermandarên YJA Starê Viyan Soran bi bîr anîn, ku 2'ê Sibata 2006'an ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî çalakiya fedaî kir.

Gerîlayên YJA Starê çalakiya şehîd Viyan Soran nirxandin û gotin, "Şehîd Viyan bi sekna xwe ya li nava jiyanê dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re nîşan dida. Weke şopdarên wê em ê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih bînin. Soza ku me dane şehîdan hemûyan em dubare dikin."

'SERÎ LI BER BÊEDALETIYÊ NETEWAND'

Avjîn Çiya got, "Hevala Viyan Soran di nava jiyanê de ti carî serî li ber bêedaletiyê netewand. Her tim serbilind bû. Dibe ku min hevala Viyan qet nedît, lê belê ji vegotinên hevalên pê re man, min ew nas kir."

'ÇIYA BI ŞOPDARÊN VIYAN DAGIRTÎ YE'

Avjîn Çiya wiha dewam kir, "Bi dilsoziya xwe ya bi Rêbretî û sekna xwe ya radîkal a li nava jiyanê ji her kesî re bû mînak. Hewl dida bersivê bide xiyaneta li Kurdistanê. Hevala Viyan li dijî eta xiyanetê, dilsoza çand, xak û Rêbertî bû. Ev çiya bi şopdarên Viyan dagirtî ye. Şerê taybet ê PDK'ê nekarî pêşî li jinên Soran bigire. Niha li çiyê bi hezaran hevrêyên me yên Soran hene."

Avjîn Çiya diyar kir ku weke şopdarên Viyan Soran wê her tim serî li ber xiyanetê rakin û got, "Ji ber ku ew bû navê azadiyê û wateya wê. Weke gerîlayên YJA Starê em ê di nava jiyan û şer de sekna Viyan ji xwe re bikin esas."

'VIYAN SORAN FERMANDARA ME YA PÊŞENG E'

Evîn Goyî jî têkildarî Viyan Soran got, "Rêbertî bawerî da jinan. Hevala Viyan Soran jî ji bo xwedî li vê baweriyê derkeve li hemberî şert û mercên giran ên jiyanê û şer têkoşiya. Hevala Viyan ji bo fermandareke pêşeng bû. Eger ji min bê pirsîn bê 'fermandarî çi ye', ez ê bibêjim 'Sekna Hevala Viyan a li nava jiyanê ye'. Hevala Viyan, hevala Sara, hevala Zîlan û bi hezaran jinên ku nikarim navê wan bibêjim li van çiyayan şerê îradeyê meşandin. Weke şopdareke wan û jineke ciwan a Mexmûrî ez gelekî bi şens im ku li nava van refan şer dikim. Hevala Viyan çawa ku bi sekn û çalakiya xwe li dijî xeta xiyanetê dest bi şer kir, çawa ku xeta Apoyî parast, em ê jî vê sekna wê ji xwe re bikin esas û her roj hîn bêhtir li dagirkeran bixin."