Gerîlayên YJA Starê: Sekna Viyan Soran ji bo me esas e

Gerîlayan qala fermandara YJA Starê Viyan Soran kir ku di salvegera 7'an a komploya 15'ê Sibatê de bedena xwe dabû ber agir. Gerîlayan gotin, "Sekna wan ji bo me pîvan e, rêyeke ku ti carî jê venagerin."

Gerîlayên YJA Starê, endama Komîteya Jinûve Avakirinê ya PKK'ê û ji fermandarên YJA Starê Viyan Soran di salvegera 15'an a şehadeta wê de bi bîr anîn, ku di 1'ê Sibata 2006'an de li dijî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li Îmraliyê bedena xwe da ber agir. Gerîlayan ji ANF'ê re qala fermandara gerîla Viyan Soran kirin.

'EW SEMBOLA XWEDAWENDIYÊ YE'

Gerîlaya YJA-Starê Ekîn Malazgîrt got: "Hevrê Viyan her tim hewl dida Rêber APO rast fêm bike û li ser vê esasê bi serketî pêk bîne. Wê ji bo Rêber APO rast fêm bike, parêznameyên Rêbertî bi dehan caran, peyv bi peyv, dubare dixwend. Ango ya ku hêza xwe ji Rêber APO digirt û li ser vê bingehê sekna jina azad di kesayetiya xwe de ava kir û bû sembola xwedawendiyê. Çalakiya wê li dijî komploya navneteweyî bû ku li ser Rêber Apo hatiye meşandin. Wê bi jiyan û çalakiya xwe xelekek li dora Rêber APO çê kir. Di heman demê de peyama çalakiya wê li beramberê xiyanetê bû."

'24 SAETAN BI RUHÊ PKK'Ê DIJIYA'

Gerîlaya YJA-Starê Roj Argêş jî diyar kir ku çalakiya Viyan Soran çalakiya jiyanê ye û wiha destpê bi axaftina xwe kir: "Dema ku mirov li jiyan û çalakiya hevrê Viyan dinêre, kesayeta wê hîn baştir nas dike. Ew her tim li Rêber APO difikirî û 24 saetan pê re dijiya. PKK bi tengaviyan ve rû bi rû dihat û tecrîda li ser Rêber APO her diçû girantir dibû. Di demeke wisa de hevala Viyan bi çalakiya xwe tengavî ji holê rakir, êrîşên dijmin pûç kir. Hevrê Viyan ne tenê di Roja Reş de, ango 15'ê Sibatê li ser komploya navdewletî ya ku li ser Rêber APO hatiye meşandin, difikirî. Ji bo hevrê Viyan her rojeke bêyî azadiya Rêber APO ya fîzîkî, rojeke bi vî rengî bû. Di vir de dilsoziya wê ya bi Rêber APO û kûrbuyîna îdeolojîk pir zelal derdikeve holê. Sekna hevala Viyan ya di nava jiyanê de û di çalakiya xwe de dilsozî û vînê îfade dike."

LI HEFTANÎNÊ TÊKOŞÎNA BI RUHÊ VIYANAN

Gerîlaya YJA-Starê Roj Argêş di dawiya axaftina xwe de wiha pê de çû: "Îro li Heftanînê berxwedana gerîlayan bêhempa ye. Hevrê Viyan Soran jî li Heftanînê gerîlatî kir û li heman qadê çalakiya xwe pêk anî bû. Ev yek ne tesadûfek e. Ruhê Viyanan li Heftanînê ji nû ve zindî dibe. Weke gerîlayên YJA-Starê sekna hevala Viyan ji bo me rêyek e, pîvanek e. Em ê jî vê yekê ji xwe re bikin esas û heta serketinê li ser vê esasê têbikoşin."

Gerîlaya YJA-Starê Ekîn Malazgîrt di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Li Heftanînê ruhê Viyanan tê zindîkirin. Şehîdên leheng weke Esmer, Nûcan, Doga û Rustem hêz ji xwedawend Viyan girtin û temsîliyeta ruhê wê kirin. Her ku em li hevala Viyan difikirin di ruhê me de jî nûbûn çê dibe. Bi hêza ku em ji Viyanan digrin, weke gerîlayên HPG'ê û YJA-Star'ê em ê di sala 2021'ê de şoreşê pêk bînin. Em ê serketinê misoger bikin."