Gerîlayên YJA Starê mewziyek îmha kir, derb li kepçeyekê xist

Gerîlayên YJA Starê li Heftanîn û Werxelê çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de çeperek artêşa Tirk hate îmhakirin û derb li kepçeyekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

3'ê Cotmehê saet di 11:20'î li herêma Heftanînê li dijî dagirkerên ku li qada Girê Koordîne ya Pîrbilayê rê çêdikirin, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî kirin. Di encama vê çalakiya serketî de çeperek hate îmhakirin, derb li kepçeyekê hate xistin.

4'ê Cotmehê saet di 15:40'î de li qada Girê Azad a herêma Metînayê cîhazeke wênekişandinê ya artêşa Tirk a dagirker ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin.

Li herêma Avaşînê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

4'ê Cotmehê saet di 17:30'î de li qada berxwedanê ya Werxelê, hêzên me yên YJA Starê li dagirkeran xistin. Çalakî bi çekên giran hate kirin û li hedefên hate diyarkirin bi rengekî serketî hate xistin.

5'ê Cotmehê saet di 08:00 de li Mervanoê li dijî dagirkeran bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve çalakî hate kirin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

4'ê Cotmehê heta danê şevê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û helîkopterên êrişê bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand. Di sibeha 5'ê Cotmehê de careke din bi çekên giran bombardûman li qada berxwedanê hate kirin.

3'ê Cotmehê li herêma Metînayê ji qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan bombe li qada Koordîneyê hate barandin. Di encama vê bombardûmanê de agir bi qadê ket û şewat dewam dike.

4'ê Cotmehê saet di navbera 19:35-00:10'an de li herêma Avaşînê li qada Mervanos, Geliyê Basya, Girê Sor û Tabûra Ereban liv û tevgera helîkopteran hebû. Heman demê qadên Geliyê Basya û Girê Kartal bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

4'ê Cotmehê saet di navbera 21:30-23:00 de li herêma Avaşînê li ser xeta Qaşûrayê helîkopter geriyan. Heman demê gundê Dêşîşê, qadên Koordîne û Kela Qumriyê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

4'ê Cotmehê saet di 17:30'î de li herêma Zapê qada Çiyayê Reş bi balafirên şer hate bombekirin."