Gerîlayên YJA Starê li Xozatê li yekîneya veşartî da

Gerîlayên YJA Starê li navçeya Xozatê ya Dersimê, li dijî yekîneya xef a artêşa Tirk a dagirker ji 2 aliyan ve çalakî kirin. Çalakî ji bo bîranîna fermandar Zîn Cizîr û Yilmaz Dersim hate kirin.

Daxuyaniya Ragihandn û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
''5'ê Tebaxê li navçeya Xozatê ya Dersimê, li gundê Çakmakli, Yekîneyeke xef a artêşa TC'ê ya dagirker ku kemîn datanîn, ketiye ber kontrola hêzên me yên YJA Starê. Dagirkerên ku ketine ber kontrola hêzên me, ji du aliyan ve bi çalakiya koordîne ya gerîla derb xwarine. Baskê pêşî yê çalakiyê ji nêz ve bi çalakiyên şexsî li wan dane, tespît bûye ku bi kêmanî  1 dagirker hatiye cezakirin û gelek dagirker jî birîndar bûne. Baskê duyan ê çalakiyê jî ji nêz ve li kozika ku dagir lê ne, xistine, li vir çend dagirker hatine cezakirin tespît nebûye. Piştî çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker bi çekên giran qad bombe kiriye, piştre windayên xwe birine Xozatê û yekîneyên xwe yên xef ji wir vekişandine.

Ev çalakiya ku ji hêla hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin ji bo biranîna hevrêyên me fermandarên memir Zîn Cizîr û Yilmaz Dersim hatiye kirin, ku li Dersimê şehîd bûbûn.

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Avaşînê;

5'ê Tebaxê saet di navbeyna 23:20-00:50'î de li qadên Girê Sor, Mervanos, Tabûra Ereban tevgera helîkoptêran çêbûye, seat 00:50'î helîkoptêran xwestine ku qada Girê Sor bombe bikin lê hêzên me li helîkoptêran dane. Piştî vê derbê helîkoptêr mecbûr mane ku ji qadê dûr bikevin.

5'ê Tebaxê saet di navbeyna 11:00-02:00'an de li herêma Avaşînê li qada Werxelê tûnelên şer bi teqemeniyan hatine bombekirin. Artêşa TC'ê li Werxelê li dijî tûnelên şer gazên kimyewî bi kar tîne. Li ser qadê tevgera Dronê tevahiya rojê dewam kiriye.

5'ê Tebaxê saet di navbeyna 10:00-10:30'an qadên Kurojehro, Sîda, Saca yên herêma Zapê û gundê Rênçbiraxa bi balafirên şer hatine bombekirin.''