Gerîlayên YJA Starê li Metînayê 2 dagirker ceza kirin

Gerîlayên YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 dagirker ceza kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyanî da.

HPG'ê di daxuyaniya xwe de cih da van agahiyan:

''Bi Çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê li herêma Metîna;

23'yê Cotmehê saet 14:00'an hêzên me yên YJA Starê li Girê Koordîne bi taktîka suîkastê bi hevdemî li komeke dagirker dane. Ev çalakî ji bo bîranîna fermandara me ya nemir Şehîd Bêrîtan hatiye kirin û di encamê de 2 dagirker hatine cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi helîkoptêran windayên xwe rakirine.

Li Qada Berxwedanê ya Girê Qertel a herêma Avaşînê;

23'yê Cotmehê artêşa TC'ê ya dagirker bi gazên jehrî, çekên kimyewî û teqemeniyan êrîş biriye ser Qada Berxwedanê Girê Qertal. Piştî vê bomberanê dagirkeran 8 caran xwe ceribandine ku bi pêş ve biçin, di navbeyna hêzên me yên li Girê Qertal û dagirkeran de şerekî giran çêbûye lê heta niha dagirker bi pêş ve neçûne. Artêşa TC'ê ya dagirker bi çekên kimyewî û teqemeniyan Qada Berxwedanê bombe dike.

23'yê Cotmehê saet di navbeyna 14:30-23:20'an de qadên Stûnê û Girê Şehîd Elî yên li herêma Avaşînê bi helîkoptêran û balafirên şer hatiye bombekirin. Eynî rojê bi şev li Mervanos, Tabûra Ereban û Banista tevgera helîkoptêran çêbûye.

23'yê Comehê saet navbeyna 23:30-00:30'î li herêma Zapê li Tîpa T û qada Kela Bêdewê tevgera helîkoptêran çêbûye.

23'yê Cotmehê saet 11:30'an heta 24'ê Cotmehê sibehê qaa Çemço bi balafirên şer û qereqolên ser sînor bi obûs û hawanan hatiye bombekirin.

23'yê Cotmehê saet navbeyna 20:30-21:30'î li herêma Metîna li ser xeta Qaşûra tevgera helîkoptêran çêbûye. Eynî rojê gundên Dêşîşê û Serarû  ya Kanî Masî ya Amediyê, Kela Qumriyê û qadên Koordîna bi helîkoptêren êrîşê hatine bombekirin.''