Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bi ruhê Hakî Kareran têkoşîna gerîla mezintir dibe

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê pîroz kirin û gotin: “Bi ruhê Hakî Kareran têkoşîna gerîla mezintir dibe."

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera 44’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlayê HPG’ê Orhan Egîd salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Em dest bi sala 45'an a têkoşîna efsanewî ya PKK'ê dikin. Di vê rêyê de gelek ked hate dayin, xwêdan hate rijandin, gelek şehîd hatin dayin. Em bi wesîleya salvegera partiya xwe şehîdên vê rêyê bi bîr tînin, bejna xwe li beramberî bîranîna wan ditewînim. Her wiha 45 saliya partiya xwe di serî de li Rêber APO û gelên bindest, hevalên niha di sengeran de şer dikin û bi ruhê Apoyî li ber xwe didin pîroz dikim. Di vê demê de ku em dest bi sala 45'an a partiya xwe dikin, rastî li ber çavan e. Şerekî pir dijwar heye, tecrîdeke pir giran li ser Rêberê me heye. Bi tecrîdê ve girêdayî êrîşeke giran li ser gelê me û têkoşîna me heye. Ji çekên taktîk nukler heta bi her cûre çekên kîmyewî êrîş têne kirin. Ji Başûrê Kurdistanê heta bi Bakurê Kurdistanê, bi rêbaza terorê gelê me qetil dikin."

Gerîla Orhan di dewama axaftina xwe de wiha axivî: "Bêguman ev wateyek xwe heye, çima ewqas êrîş tên kirin, çima bi dijwarî 25 sal in li ser Rêbertî tecrîdeke giran heye? Bêguman wateyek xwe pir girîng heye. Divê em wisa lê binêrin, ewqas ji Rêbertî ditirsin, nahêlin yek gotin ji Îmraliyê derkeve. Helwesta CPT a ku serdana Îmraliyê kir, nîşan dide ku Rêbertî tu carî li hember pergalê serî netewandiye û teslîm nebûye. Li hember sîstema kapîtalîzmê berxwedaneke pir mezin raber dike. Eger îro cîhan li hemberî êrîşa ku li dijî gerîla tê kirin bêdeng e, ev dide diyar kirin ku hemû dewlet hevkar in.

Êrîş dijwar e, ji ber ku PKK di 45 saliya xwe de hêviyeke mezin dide cîhanê. Çekên kîmyewî pir tên bi kar anîn, ji ber ku PKK alternatîfa pergala heyî ye. Felsefeya Rêbertî wê cîhanê biguherîne."

'DIRÛŞMEYA RÊBER APO LI HER DERÊ TÊ QÊRÎN'

Gerîla Orhan Egîd diyar kir ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd li cîhanê belav bûye û li her derê bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' tê qîrîn û wiha pêde çû: “Eger îro li Rojhilatê Kurdistanê jin dirûşmeya Rêbertî diqîrin, ev yek rastiya Rêberî pir eşkere radixe pêş çavan. Rêbertî li Îmraliyê girtî jî be, niha li Rojhilatê Kurdistanê jin û civak bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li hev kom dibin. Eger redkirinek li hember vê pergalê hebe, ew jî bi rastiya têkoşîna Rêbertî ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk bi çavdêriya van hêzan, çekên kîmyewî li dijî Tevgera Azadiyê bi kar tîne. Hemû sûcên dewleta Tirk ji nedîtî ve tê dîtin. Dewleta Tirk di şexsê vê pergalê de têk çûye, 7 meh in li Avaşîn, Zap û Metînayê berxwedaneke dîrokî hate meşandin. Di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin, tu şahîdiyek bi vî rengî nehatiye dîtin. Heta niha jî berxwedaneke bêhempa tê bi rêvebirin. Vê berxwedanê dewleta Tirk ber bi rûxandinê ve bir. Ruhê Sara û Rûkenan nûneriya vî ruhî dike."

'BI RUHÊ HAKÎ KARER, BI RUHÊ APOYÎ HEVALÊN ME NIHA LI BER XWE DIDIN'

Gerîla Orhan anî ziman ku gerîlayên niha li Zap, Avaşîn û Metînayê ne, bi ruhê Hakî Karer li berxwe didin û got: "Bi ruhê Hakî Karer bi ruhê Apoyî hevalên me niha li ber xwe didin. Ev ruh wê me bi ser bixîne. Ti hêz, ti çek nikare vî ruhî têk bibe. Ji ber ku ev ruh ruhê serketinê ye, ruhê azadiyê ye. Tu carî tu teknîkê nekariye bandorê li ruhê azadiyê bike. Dibe ku di aliyê fîzîkî de mirinek hebe, lê ev ruh wê her tim serketinê bîne. Îro binketina AKP’ jî li ser vî esasî ye. Nikare xwe rizgar bike.

27 Mijdarê destpêka vî ruhî ye. PKK li ser rastiya Hakî Karer hatiye ava kirin, ji bo tolhildana şehîdan hatiye avakirin. Tolhildaneke wisa ji rêzê jî nîne, awayê tolhildana Rêbertî li ser esasê têkbirina sîstema koledariyê ye. Jiyaneke azad li welatekî azad ava bike. Te çiqas sîstemeke azad ava kir, tu yê ewqas ji sîstema koledar rizgar bibe. Li ser vî esasî em car din hemû şehîdên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne bi bîr tînin. Em car din soz didin ku di 45’emîn sala Partiya xwe de li ser vê xetê têkoşîna xwe di asta herî jor de bilind bikin. Şert û merc çi dibe bila bibe, êrîş di kîjan astê de dibe bila bibe, em ê teqez ji bo serketinê gaveke din bavêjin. Salvegera Partiyê li hevalên girtîgehan û Rêbertî pîroz dikin."

BANDORA FIKRÊN RÊBERÊ GELÊ KURD LI TEVAHIYA CÎHANÊ

Gerîlaya YJA Starê Doga Zeyneb jî salvegera damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Di serî de em salvegera Partiyê li Rêber Apo û şehîdên şoreşê pîroz dikin. 45 saliya Partiya me, sala fînal û ya serketinê ye. Êrîşa ku li Zap, Metîna û Avaşîn destpê kir, diyar kir ku serketin her tim a me ye. Bi vê wesîleyê em li hemû hevalên di çeperan de şer dikin jî pîroz dikin. Berxwedana gerîla êrîşên dagirkeran vala derxist. Ji bo dîrokê bû destaneke nû ku her tim zindî bimîne, bîranînên ku hatin jiyîn tu carî nayê jibîrkirin. Binketina dagirkeriyê diyar kir ku serketin her tim a gerîla ye. Ev pêvajo di serdema xwe de pir girînge. Bi taybetî ji bo dîroka gelê Kurd bû guhertineke pir mezin. Her ku tecrîd giran dibe têkoşîna me xurtir dibe. Ji ber ku fikrek azad tu carî di nav çar dîwaran de namîne, her ku dijmin dibêje em ê PKK xilas bikin, her ku diçe têkoşîna me bilindtir dibe. Lê ew jî dizane ku tu carî em xilas nabin. Fikir û felsefa Rêber Apo tu carî winda nabe ji ber ku niha hemû cîhan li ser ramanê Rêber Apo xwe ava dike. 

Hevalên me li Zap, Avaşîn û Metînayê diyar kirin ku berxwedanî mirovan dibe serketina herî bi rûmet. Bi serketinên ku me gerîlayên HPG û YJA Starê bi dest xistine, bi wesîleya salvegera Partiya me em careke din roja vejînê li hemû hevalan pîroz dikin."