Gerîlayên TKPML-TÎKKO li Dersimê çalakî pêk anîn

Fermandariya TKPML-TÎKKO ragihand, hêzên wan li Dersimê ji bo bîranîna gerîlayên jiyana xwe ji dest dan, çalakî lidar xistin.

Di daxuyaniya Fermandariya TKPML-TÎKKO de hat gotin, di çalakiyên 1'ê Hezîranê de 3 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayin:

"Ji b bîranîna 12 gerîlayên TKPML-TÎKKO yên di navbera 24-28'ê Mijdara 2016'an de ji ber operasyonên hêzên dewleta faşîst di şer de şehîd bûn û ji bo bîranîna gerîlayên HPG'ê yên di dema awî de li Dersîmê şehîd bûn, hêzên me hin çalakî lidar xistin.

Çalakiya destpêkê, roja 1'ê Hezîranê saet di 07:30 de li dijî hêzên dijmin ên li ser girê Çakmakli yê li dora zozanên Bozan û herêma Alîbogazi ya Dersimê pêk hat. Piştî vê çalakiyê, dijmin ji heman girî û qereqolên li derdorê topên hawanê avêt derdorê.

Piştî çalakiya duyemîn, hêzên dijmin neçar man ji ser gir birevin.

Di her du çalakiyan de, bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hejmara leşkerên birîndar bûn, nehat zelalkirin."