Cenazeyên gerîlayên şehîd Ayhan û Gokalp hatin veşartin

Cenazeyên gerîlayên bi navê Vedat Ayhan û Dîlan Gokalp ên li Lîcê şehîd bibûn, li warên xwe hatin veşartin.

Cenazeyên Vedat Ayhan (Mahsun Hêşetî) û Dîlan Gokalp (Zîn Amed) ên ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a 3’ê Hezîranê de li mezrikên gundê Hemza û Antîxanê yên girêdayî Taxa Bara ya navçeya Lîcê ya Amedê de şehîd bibûn, ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin û piştre birin Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ayhan anîn goristana gundê Hêşetî ya Xisxêra Sêrtê. Cenazeyê Ayhan ê ku anîn gund ji aliyê gelek kesan ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Ayhan piştî wecîbeyên olî hate veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gokalp a di heman pevçûnê de şehîd bibû, li taxa navendî ya Bismilê, Goristana TOKÎ ya Taxa Şentepeyê, di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.

Li aliyê din hat hînbûn ku cenazeyê gerîlayekî/e din jî li Saziya Tipa Edlî ye.