Gerîlaya li Xantûrê vegotin

Gerîlaya Başûrî Rûken Dilgeş behsa berxwedana li Xanturê kir û bal kişande ser ku cerdevan termên xwe dihêlin û direvin, ku Xantûr yek ji herêma li Heftanînê ye, ya ku artêşa Tirk 16'ê Hezîranê êrîşên dagirker aniye ser.

Ji gerîlayên YJA Starê Rûken Dilgeş qala berxwedana li Xantûr kir, a  ku artêşa Tirk ji 16’ê Hezîranê û vir ve bi tevgera dagirkirinê ya bi navê ‘Lep-Piling/Pence-Kaplan’ê li herêmê daye destpêkirin.

Rûken Dilşad a dema êrîşên dagirkeriyê destpê kir û vir ve li Xantûrê ye , li Başûrê Kurdistanê mezin bûye û gerîlayeke ya YJA Starê ye. Gerîla Rûken anî ziman ku dewleta Tirk li gorî berê bi dijwarî deverê bombe dike; bal kişand, bê ku gerîla û gel dîsa jîngehên sivîlan cuda bike bê navber êrîş dike û wiha pêde çû:

DI ROJEKÊ DE 50 CARÎ BOMBE KIR

Şeva 16’ê Hezîranê dest bi bombekirina Xantûrê kir. Tevî ku di rojekê de 50 carî bome kir jî, ti ziyan negihişte me. Dijmin li ser çapemeniya xwe ji bo Xantûrê gotibûn; ‘Tevî ku me tarûmar jî kir em nizanin terorîst ji kû derdikevin me tesbît nekiriye’. Du şevên destpêkê bi kobrayan hatin û xwestin leşkeran danin herêmê. Me li wan da. Me sê carî li kobrayê da û piştre hemû dever dan ber guleyan û leşker danîn girên bilind. Hê jî me rê nedaye gavekî jî bi pêş ve bên. Hê jî em di nava şer de; em rê nadin wan.”

CENAZEYÊN CERDEVANAN LI NAVERASTÊ DIMÎNIN

Dema di şer de em çûn ser cenazeyan, me ferq kir ku nîvê wê cerdevanin. Artêşa Tirk nayê wan nabin, tevî vê jî cerdevan tên li dijî me şar dikin. Cenazeyên wan hê li erdê ne.”