Gerîlayên li Xakurkê: Rêber Apo wê teqez li Kurdistana azad bijî

Gerîlayên li Xakurkê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û gotin, Ocalan teqez wê li Kurdistana azad bijî.

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê ku li eniyên pêş ên Xakurkê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi fedayî li ber xwe didin ji ANF'ê re axivîn.

Ji gerîlayên YJA Starê Evîn Wan got, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî hebûna gelê Kurdistanê hatiye kirin û bi berxwedana mezin a gel, Ocalan û gerîla re pêşî li armancên komployê hatiye girtin. Gerîlaya YJA Starê Wan got, "Êdî tenê pûçkirina komploya navneteweyî têra gerîla nake. Divê zindana Îmraliyê, mercên giran ên tecrîdê ji holê bên rakirin û Rêber Apo û gelê me azad bibin."

Wan işaret bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Xakurkê kir û got, gerîla bi tecrûbeya xwe ya ji 40 salan pêşî li van hewldanên dagirkeriyê girtine.

DAGIRKER LI PÊŞBERÎ GERÎLA BÊÇARE NE

Wan işaret bi bêçaretiya dewleta Tirk a dagirker li pêşberî gerîla kir û anî ziman ku artêşa dagirker xwe ji vedigire. Wan diyar kir, gerîlayên HPG û YJA Starê xwe bi nêrîn û felsefeya Ocalan xemilandine û gerîlayên azadiyê li ser vê bingehê têdikoşin.

RÊBER APO EV 19 SAL IN LI BER XWE DIDE

Gerîlaya YJA Starê Avînar Merîwan jî destnîşan kir ku komplo bi ser neketiye û nekariye Ocalan, PKK û îradeya gelê Kurd teslîm bigire.

Merîwan got, faşîzma AKP-MHP'ê tecrîda li ser Ocalan şidandiye, li dijî gelê Kurd dest bi şerekî mezin ê qirkirinê kiriye û wiha dewam kir: "Rêber Apo ev 19 sal in bi rengekî bê navber li ber xwe dide. Têkiliya navbera Rêbertî, PKK û gel gelekî xurt e. Faşîzm nikare vê têkiliyê qut bike."

Merîwan ragihand ku gerîlayên Kurdistanê di serî de li Xakrkê li gelemperiya Kurdistanê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bi lehengî li ber xwe didin û got, "Eger çareseriyek wê pêk were, ev jî bi azadiya Rêber Apo dibe."

EM Ê BIKIN SALA AZADIYÊ

Gerîlayê HPG'ê Hozan Argeş jî komploya navneteweyî ku ketiye sala xwe ya 19'an şermezar kir û got, "Tevî hêzên hegemonîk-desthilatdarparêz her wiha nokerên herêmî jî cihê xwe di nava komploya navneteweyî de girtin. Xwestin li Rojhilata Navîn projeyeke nû bi cih bînin û ji bo Rêber Apo li ber xwe weke astengiyê nebînin komployeke wiha kirin. Lê belê Rêber Apo komplo pûç kir. Ev yek bi berxwedan û sekna Rêber Apo pêk hat. Em weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dibêjin, heta ku Rêber Apo azad bibe jiyan li me heram e. Em ê 2018'an bikin sala azadiya Rêber Apo, sala azadiya Kurdistanê. Em bi dîrok, mejiyê xwe yê siyasî û gelê xwe piştrast in."

'EM JIYANEKE BÊ RÊBER APO QEBÛL NAKIN'

Gerîlayekî din ê HPG'ê Sason Rojhilat jî anî ziman ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploger têk biriye û rêya azadî û rizgariyê nîşanî gelan daye. Rojhilat got, wan xwe bi felsefeya Ocalan xemilandine û weke gerîlayên HPG'ê li ser vê bingehê têdikoşin. Gerîla Rojhilat destnîşan kir ku wê bi rengê herî radîkal bersivê bidin êrîşên qirker û dagirker ên li Kurdistanê tên kirin. Sason Rojhilat bang li Kurdistaniyan kir ku bi dirûşma "Em jiyaneke bê Rêber Apo qebûl nakin" dakevin qadan û çalakiyên protestoyî li dar bixin.