BI DÎMEN

Gerîlayên li Kerkûkê 'Şehîdên meha Gulanê' bibîr anîn

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê, 'Şehîdên meha Gulanê' bibîr anîn û soza xwe dubare kirin, ku ew ê pêşengê meşa şoreşê bin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê gotin, bi ruhê berxwedanê yê şehîdên meha Gulanê û bi baweriya serketinê, wê têkoşînê mezintir bikin.

Gerîlayên li Kerkûkê der barê mijarê de ji ANF'ê re axivîn.

ŞEHÎD JI BO ME FERMAN E

Ji fermandarên gerîla Cûdî Faraşîn, di şexsê yek ji şehîdên destpêkê yên Tevgera Azadiyê ya Kurd Hakkî Karer de hemû 'Şehîdên meha Gulanê' bibîr anî û diyar kir, ew ê heta dawiyê li ser şopa wan bin. Fermandar Faraşîn destnîşan kir, ku soza wan a ji bo serxistina têkoşînê mayînde ye û anî ziman, ji bo siberojeke azad ew ê her tim pêşengê vê meşa şoreşê bin. Faraşîn got, "Bi taybetî şehîdên meha Gulanê fermana vê yekê didin me" û diyar kir, ew ê bi ruhê şehîdên meha Gulanê têkoşînê mezintir bikin.

Faraşîn wiha dewam kir: "Em hewl didin bibin hêjayî şehîdên xwe. Gotin û jiyana wan a watedar û girîng, heta roja îro her tim ji me re bûn hêvî; siberoja me ronî kir. Em deyndarê şehîdên xwe ne, ji ber ku bi saya wan têkoşîn gihîştiye vê astê. Ji ber mezinahiya xeta berxwedanê ya şehîdan, gel li dora PKK'ê li hev dicivin. Rastiyek e ku em hê bêhtir nêzî azadiyê ne. Li her qada têkoşîna me ev rastî bi awayekî zelal tê dîtin."

EM XWE BI WÎ RUHÎ JI NÛ VE BI RÊXISTIN DIKIN

Gerîlaya YJA Starê Nîda Çekdar jî bibîr xist, ku Hakkî Karer yek ji kedkarên mezin ên pêvajoy avabûna îdeolojîk e, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wî digot, 'ruhê min ê veşartî ye'. Çekdar destnîşan kir, ew ê bi ruhê Hakkî Karer tevlî pêngava nû bibin. Gerîlaya YJA Starê anî ziman, 'Şehîdên meha Gulanê' ji bo xwe nûkirin, dewamkirina têkoşînê bi ruhê Hakkî Karer û bicihanîna daxwazên xwe, girîng e û got, "Em bi ruhê şehîdên xwe, xwe ji nû ve ava dikin û soza xwe dubare dikin ku di vê pêngava nû de em ê bi erka xwe rabin. Ruhê hevalê Hakkî ruhê serketinê ye. Em ê bi wî ruhî pêngava xwe bi ser bixînin. Em şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bibîr tînin."