Gerîlayên HPJ, YRK: PKK banga rizgariya ji koledariyê ye

Gerîlayên HPJ'ê û YRK'ê yên Rojhilatê Kurdistanê salvegera damezirînê ya PKK'ê pîroz kirin û gotin, "27'ê Mijdarê bangawaziyeke rizgarbûna ji bindestî û koletiyê ye."

Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê derbarê salvegera PKK'ê nerînên xwe ji ANF re anîn ser ziman.  Gerîlayan di destpêka axaftinê xwe de salvegera 43'an a  PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelên ku ji bona azadiyê têdikoşin pîroz kirin û  derheqê rojê  fikrên xwe gotin.

Gerîlaya HPJ'ê Dilviyan: 27ê Mijdarê ne tenê ji bona gelê Kurd e, mirov dikare bêje ji bona hemî gelê cihanê ye. Ji ber ku îro hemî cîhan Tevgera Azadiyê ji bona xwe wekî riyeke çareseriyê dibîne.

Roja 27ê Mijdarê mirov nikare wekî rojekî normal bibîne, ji ber ku di wê rojê de dî koletî bi bin dikeve û azadî biser dikeve. Di heman demê de bi  Tevgera Azadiyê gelek serkeftinên mezin hatine bidestxistin.

Bi taybet mirov dikare bibêje bi derketina PKKê re koletiya li ser jinê di dîrokê de nehate nivîsandin. Êdî rastiya jinê ya ku dikare berxwedanî bike û bi îradeya xwe di her derê de cihê xwe bigre hate afirandin. Em gerîlayên HPJ'ê erka me ya sereke ew e tekoşîna ku bi Rêber Apo hatiye afirandin berdewam bikin û bi her kesî bidin naskirin.

Gerîlayê YRK'ê Hîwa Dalaho: Di serî de mirov dikare bibêje roja 27'ê Mijdarê bangawaziyeke  rizgarbûna ji bindestî û koletiyê ye.
Bi derketina Tevgera Azadiyê û bi tekoşîna 43 salan îro mirov gelek guhertinên berbiçav dibîne. Bi tekoşîna Rêber Apo re gelê Kurd bi taybet di nava cihanê de hatin naskirin di heman demê de gelê Kurd bi saya Rêber Apo rastiya dagirkeriya ku li ser Kurdistanê dihate meşandin naskir û li beramberî wê zanabûn hate avakirin.

Her weha hemî planên parçekirinê yên li ser gelê Îran û bi taybet Rojhilatê Kurdistanê hatine pûçkirin, ji ber ku êdî ne tenê gelê Kurd hemî gelên ku di nava Îran û Rojhilatê Kurdistanê de dijîn gihaştin wê zanebûna ku çiqas bi hevre bijîn û yekîtî ava bikin ewqas dikarin dagirkeriyê bi bin bixînin û tekoşîna azadiyê bimeşînin.

Gerîlayê YRK'ê Heqî Amanos: Dîrokeke dûr û dirêj ya mirovahiyê heye, hetanî damezrandina PKK'ê bi şêwazeke her ku çû ji cewhera xwe dûr ket, her diçû koletî berfirehtir dibû û mirovatî dixiste bin jêrdestiya xwe lê belê bi fêmkirin û şîrovekirina Rêber APO ji nû ve pêwîstî bi tekoşînekî hate dîtin û derketinekî bi vî şêwazî di şexsê PKK'ê de çêbû.

Di dîrokê de gelek tevger derketin, xwestin beramberî koletiya ku her diçe di nava mirovatiyê de berfirehtir dibe têbikoşin, lê ji ber ku beramberî wê sîstema heyî fikrandineke wan nebû û di heman demê de îdeolojiyeke ku beramberî sîstema Kapîtalîzim bikaribe şer bike û li beramberî wê bikaribe derbikeve di wê astê de nirxandinek pêş neket dibe ku gelek qehremaniyên mezin jî pêş ketin lê di encam de serkeftinek nehate destxistin.

Bi derketina Rêber Apo û bi fikrê PKK'ê re dîroka mirovatiyê ya ku her ku diçû ji cewhera xwe dûr diket ji nû ve êdî hewl da vegere cewhera xwe ya destpêkê ji ber wê Rêber APO dibêje: PKK tevgereke vegera cewherê ye.

Em gerîla hêvî û hêza ku digrin ew fikr û sekna ku îro Rêber Apo di Îmralî de dide meşandin ew sekin û fikir xwe dighîne çiyayên Kurdistanê dibe çavkaniya hêz û moralê ku em hîn zêdetir tekoşîna xwe bilintir bikin.

Gerîlayan di dawiya nerînên xwe de dane diyarkirin ku pêwîst e jin û ciwan rastiya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê nas bikin, berê xwe bidin nava refên gerîla û li beramberî dagirkeriya li ser welatê me tê meşandin tekoşîna ji bo azadiyê bidin meşandin.