Gerîlayên HPG/YJA Starê li Zapê helîkopterek derb kir
Gerîlayên HPG/YJA Starê di saetên şevê de helîkoptereke artêşa Tirk a êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikir, kirin hedef û lêdan. Helîkopterê derb xwar û neçar ma ku ji herêmê dûr bikeve.
Gerîlayên HPG/YJA Starê di saetên şevê de helîkoptereke artêşa Tirk a êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikir, kirin hedef û lêdan. Helîkopterê derb xwar û neçar ma ku ji herêmê dûr bikeve.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê berxwedana gerîlayên HPG/YJA Starê didome.
Îro Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal du caran li dijî baregehên artêşa Tirk a li bajaroka Kanî Masî ya Amêdiyê çalakî kirin.
Di saetên şevê de jî gerîlayên HPG/YJA Starê li Zapê derb li helîkoptereke bi tîpa Kobra da û helîkopter di nava dûmanek zêde de neçar ma ji qadê dûr bikeve.