Gerîlayên HPG/YJA Starê avêtin ser qereqola Beyzokê: 10 leşker hatin kuştin

Gerîla bi ser qereqola Beyzokê li qada Gerdiya a Şemzînanê de girtin û 10 leşker hatin kuştin, 3 birîndar bûn. Di operasyona Çarçela de jî 4 helîkoptêran derb xwarin û 13 leşker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG/YJA Starê 27’ê Adarê saet 13.00’ê bi ser qereqola Beyzokê ya li qada Gerdiya a Şemzînanê de girtin.

Bi ser leşkerên ku di li dor qereqolê de kozan de bûn çalakiyeke giran pêk hat. Di çalakiyê de bi kêmanî 10 leşker hatin kuştin û 3 birîndar bûn.

OPERASYONÊN ÇARÇELA BERDEWAM DIKIN

Operasyona artêşa Tirk li Çarçela ku 25’ê Adarê de dest pê kirî berdewam dike. Leşkerên Tirk li pêş berxwedana dijwar a gerîla nikarin xwe bilivînin û asê mane.

Di operasyonê de komên kontra ên Oreman û Satê jî hene.

Heta niha 3 Skorsky û 1 Kobra derb xwarin. Helîkoptêra Kobra agir jê çû û ji qada şer dûr ket. Nayê zanîn bê ka helîkoptêr ket an na.

Di operasyonan de hate tespîtkirin ku 13 leşker hatin kuştin û gelek jê briîndar bûn.

Di şer de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.