Gerîlayên HPG û YJA Starê li Emniyeta Çinarê xistin
HPG'ê diyar kir, gerîlayên wan roja 1'ê Çileyê li dijî Emniyeta navçeya Çinarê ya Amedê çalakiyek pêk anîn. Hat gotin, çalakî li dijî 3 maşînên zirxî û polîsên li benda kontrolê hat kirin.
HPG'ê diyar kir, gerîlayên wan roja 1'ê Çileyê li dijî Emniyeta navçeya Çinarê ya Amedê çalakiyek pêk anîn. Hat gotin, çalakî li dijî 3 maşînên zirxî û polîsên li benda kontrolê hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk ên rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
Roja 1'ê Çileyê saet di 21:20 de, tîmekî gerîlayên me li Amîriya Emniyetê ya Navçeya Çinar a Amedê xistin. Di vê çalakiyê de li 3 wesayîtên zirxî û polîsên li benda kontrolê hate xistin. Ev çalakî weke bersivek li komkujiyên sivîlan ên ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin kirin, hat lidarxistin. Encama vê çalakiyê zelal nebû.
Ji 2'ê Çileyê saet 14:00 û pê ve, li girê Elîşêr ê li herêma Oremar a li navçeya Gever a Colemêrgê gelek helîkpteran xwe danîn û rabûn.
2'ê Çileyê û 3'ê Çileyê (îro), ji qereqola Bezelê, Serê Sêvê û Girê yên Çelê, bi hawan û obusan herêmên Tepê Sor, Şehîd Ronahî û derdora gundê Bêtkarê hatin bombekirin. Ji ber bomberdûmanê xisar li zeviyan û derdora gund bû."