Gerîlayên HPG û YJA Starê: Hêza me partiya me ye

Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û gotin, "PKK bi keda şehîdan û têkoşîna Rêber Apo gihîşt vê astê. Bawerî û hêza me partiya me ye."

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Arîn Demhat anî ziman ku roja damezrandina PKK'ê ji bo wan rojeke gelekî girîng û pîroz e û got, "Beriya her tiştî salvegera damezrandina PKK'ê li Rêber Apo, gerîlayên li çeperan û gelê xwe pîroz dikin. Bi wesîleya 27'ê Mijdarê partiya me li tevahiya cîhanê hate naskirin û gihîşt vê astê. Partiya me ne tenê ji bo armancekê ava bû, ew li ber her cûre neheqiyên li gelan rabû.

PKK weke helwestek li dijî şehadeta hevrê Hakî Karer ava bû. Weke hevrêyên Hakî Karer em ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin. PKK ne tenê partiya Kurdan e, partiya gelê Erebe jî. Bi wesîleya PKK'ê gelê Ereb jî pê hesiya ku gelekî bindest e. Ji bo çareseriya krîza Rojhialta Navîn şert e ku yekîtiya gelê Kurd û gelê Ereb pêk were. Ji ber ku çarenûsa Rojhilata Navîn ji aliyê herdu gelan ve tê diyarkirin. Ne tenê ji gelên Kurd û Ereb, her wiha ji netewe û gelên cuda jî mirov tevlî nava refên gerîla bûne."

'JIN, JIYAN, AZADÎ ENCAMA FIKRÊN RÊBER APO YE'

Gerîlayê HPG'ê Hawar Kurdistan raighand ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya gelên cîhanê jiyaneke alternatîf pêşkêş kiriye û got, "Fikir û felsefeya Rêber Apo îro li tevahiya cîhanê belav bûye, deng vedaye. Lewma yekîtiya gelan wê azadiya Rêber Apo bi xwe re bîne. Em ê bi ser bikevin û dijmin têk bibin. Êdî dem dema liv û tevgerê ye, dema serxistina şerê gel ê şoreşgerî ye."

Gerîlaya YJA Starê Sema Pîrdoxan got, "Hêz û baweriya me partiya me ye" û diyar kir ku ne tenê dewleta Tirk, hêzên hegemon îro êrîşî PKK'ê dikin. Sema Pîrdoxan destnîşan kir ku gerîla bi rengekî bêeman li hemberî êrîşan têdikoşe û got, "Îrade û baweriya me fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo derkete holê îro bi pêşengiya jinên li Rojhilatê Kurdistanê li tevahiya cîhanê belav bûye. Ev yek keda Rêber Apo û keda şehîdan e."

'PKK BI FEDAKARIYA ŞEHÎDAN GIHÎŞT VÊ ASTÊ'

Gerîla Rojhat Efîn bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê soza tolhildanê û serketinê careke din da û got, "Bi avabûna partiya me PKK'ê re li nava mirovahiyê guhertinên mezin pêk hatin. Partiya me bi keda Rêber Apo û fedakariya şehîdan gihîşt vê astê. Eger em dixwazin şoreşeke neteweyî pêk bînin divê em li gorî şertên şoreşê tevbigerin. Dem dema geşkirina têkoşînê û serxistina şerê azadiyê ye. Weke gerîlayên HPG'ê em soz didin ku têkoşîna azadiyê geş bikin û şerê azadiyê bi ser bixînin."

Gerîlayê HPG'ê Ciwan Minbic jî bi bîr xist ku PKK piştî şehadeta Hakî Karer ava bû û got, "Hevalê Hakî hevalekî Tirk bû. Mirov ji vê derê jî fêhm dike ku PKK partiyeke gelan hemûyan e. Em ji neteweya Ereb cihê xwe di nava refên gerîla de digirin. PKK bi têkoşîna Rêber Apo, bi keda şehîdan gihîşt vê astê. PKK tevgereke neteweyî ye, îradeya me têkoşîna Rêber Apo ye. Em ê sala 45'an a PKK'ê li dijî dewleta Tirk bikin sala serketinê."