Gerîlayên HPG û YJA Starê: Em ê bidin ser şopa Cansiz, Dogan û Şaylemez

Gerîlayên YJA Starê Çavrê Guler û Nazlican Rêdûr û gerîlayê HPG’ê Baran Întîkam derbarê salvegera 7’emîn a qetlîama Parîsê axivîn û diyar kirin ku hedefa wê qetlîamê têkoşîna azadiyê ya tevgera jinên Kurd bû.

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku ew ê bidin dû şopa damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin.

Gerîlaya YJA Starê Çavrê Guler: Berxwedana rêheval Sara ya li zindana Amedê ji me re bûye mîrate. Di şexsê wê de xwestin jina Kurd a azad dîl bigirin. Yên ji ber qirkirina Dêrsimê mane xwestin di şexsê rêheval Sara de tune bikin. Ji ber ku rêheval Sara şopdara Zarîfe û Besê bû.

Rêber Apo her dem dibêje, ‘Ez bi destê jina Kurd a azad hewl didim civakeke azad ava bikim’ Yek ji kesa ku ev gotinên Rêber Apo ji xwe re kiriye esas û pêşengiya wê ya civakî jî kiriye heval Sara ye. Heval Sara kesek bû lê bi têkoşîna xwe bû civakek. Vê helwesta heval Sara ne bi tenê di nav civaka Kurdan de, di nav gelên din de jî bandoreke mezin çêkir. Wê li qada Ewropayê xebatên girîng kir û di nav PKK’ê de jî li hemberî meylên tasfîyekar şerekî giran da meşandin. Di jiyana xwe de li hemberî hêzên hegemon û dijminên şoreşê têkoşîneke mezin meşand.

Gerîllaya YJA-Starê Nazlican Rêdûr:  Yek ji kesa ku ji destpêkê ve pêşengî kiriye û di nav refên şoreşê de cih girtiye, heval Sara bû. Wê da ser rêya heqîqeta şoreşê û felsefeya Rêber Apo. Şehîd Sara yek ji mînaka mezin a helwestea jina azad bû.

Dijmin xwest jinên Dêrsimê qir bike lê heval Sara bi têkoşîna xwe vî mirazê dijmin di qirika dijmin de hişt. Dewleta Tirk a faşîst di zindana Amedê de, di şexsê heval Sara de ji bo ku jinên Kurd têk bibe her tişt kir lê heval Sara li hemberî van êrîşan dev ji têkoşîna xwe berneda. Heval Ronahî û Heval Rojbîn jî rêhevalên me yên kedkar û hêja bûn.

Gerîllayê HPG’ê Baran Întîkam: Di sala 2013’an de dema ku 3 jinên şoreşger hatin şehîdkirin, dewleta Tirk a faşîst tengijîbû. Ji aliyekî ve bi Rêber Apo re dest bi hevdîtinan kirin lê ji aliyê din ve jî bi şehadetên wisa xwestin pêşengên tevgera me bikin hedef. Li ser vî esasî pêşenga me rêheval Sara û heval Ronahî û Rojbîn kirin hedef.

Heval Sara li Ewropayê di nav civaka Kurdan de xebatên rêxistinkirinê dimeşand. Rêheval Rojbîn jî di nav gelên Ewropayê de xebatên dîplomasiyê dimeşand û tevkariyeke mezin li têkoşîna azadiyê dikir. Rêheval Ronahî di xebatên ciwanan de roleke mezin dilîst û kedeke mezin dida. Ji ber vê jî ev her sê heval bûn hedef. Ev hevalên me kirin hedef û xwestin komploya li ser Rêber Apo bidomînin.

Îro bi hezaran jinên ciwan navê xwe kirine Sara, Ronahî û Rojbîn. Em gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo ku ji mîrateya têkoşînê ya her sê hevalên jin ên şoreşger geştir bikin, em ê li ser xeta felsefeya Rêber Apo, berxwedan û têkoşîna xwe geştir bikin.