BI DÎMEN

Gerîlayên HPG û YJA Starê: 2017 wê bibe sala azadiya gelê Kurd

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin, dewleta Tirk li pêşberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd têk çûye û gotin, sala 2017'an wê bibe sala azadiya Gelê Kurd, Ocalan û gelên Rojhilata Navîn.

Sala 2016 ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve weke saleke berxwedan û têkoşîneke xurt derbas bû. Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin, dewleta Tirk li pêşberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd têk çûye û gotin, sala 2017'an wê bibe sala azadiya Gelê Kurd, Ocalan û gelên Rojhilata Navîn.

'TIRS KET DILÊ DEWLETA TIRK'

Gerîlaya YJA Starê Mizgîn Ûmût da xuyakirin, ku sala 2016'an ji bo gelê Kurd saleke zehmet bû û got, "Dewleat Tirk a mêtînger li pêşberî gerîla li bin ket. Sala 2016'an bû saleke ji polîtîkayê yên li dijî gelê me û tecrîda giran a li dijî Rêberê me. Lê belê gerîla li pêşberî pêkanînên faşîzan ê dewleta Tirk bêbersiv nema. Berxwedana gel û gerîla tirs xist dilê dewleta Tirk. Di sala nû de jî wê polîtîkayên şîdetê yên li dijî gel û Rêberê me bêbersiv nemînin. Çalakiyên me yên li dijî vê wê zêde bibin."

Gerîlayê HPG'ê Alan Malazgîrt jî diyar kir, dewleta Tirk di sala 2016'an de xwest destketî û hebûna gelê Kurd tine bike û got, "Di bin navê 'Plana têkbirinê' de êrîşî qadên xwerêveberiyê yên gelê Kurdk ir. Û xwest gelê Kurd û bajaran tine bike. Lê belê di sala 2016'an de tevgera me bi berxwedan û çalakiyên xwe pêşî li van planên dewleta Tirk girt. Dewleta Tirk li pêşberî berxwedana gel û gerîla têk çû û ket nava tirs û xofê."

Malazgîrt destnîşan kir, ku di sala 2017'an de weke gerîlayên HPG û YJA Starê ew ê berxwedana xwe mezin bikin û wiha dewam kir: "Sala 2017'an wê bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd. Armanca me têkbirina planên dewleta Tirk e, bersivdayîna li êrîşên li dijî gelê me ye. Di sala 2017'an de em ê ji kêmasiyên xwe tecrûbeyê derxînin û têkoşîna xwe bi ser bixînin. Em ê gelê xwe û Rêberê xwe azad bikin."

'DEWLETA TIRK LI PÊŞBERÎ GERÎLA TÊK ÇÛ'

Gerîlayê HPG'ê Şevger Tolhildan anî ziman, sala 2016'an li çar parçeyên Kurdistanê bû saleke berxwedanê ya gelê Kurd û bibîr xist, ku li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk bi 'planên têkbirinê' bi rengekî hovane êrîşî gelê Kurd û bajarên Kurdistanê kir. Tolhildan got, "Bêguman gelê Kurd bi berxwedaneke dîrokî bersiv da êrîşên dewleta Tirk. Planên dewleta Tirk li pêşberî vê berxwedanê pûç bû. Çiqasî bi hovane êrîş kir jî, nekarî bi berxwedêran. dewleta Tirk a ku nekarî xwe li destkeriyên gelê Kurd ên li Rojava rabigire, bi rengî hovane êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir. Lê belê tevî van hemû êrîşan jî li pêşberî berxwedana mezin têk çû."

Tolhildan diyar kir, sîstema demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê li dijî sîstema netewe dewlet hatiye afirandin, bûye çavkaniya hêviyê ji gelên Rojhilata Navîn re.

Tolhildan destnîşan kir, ku sala 2017'an wê ji bo wan û gelê Kurd bibe saleke cuda û got, "Wê bibe sala azadiya Rêberê me û gelê me."

'KONSEPTA TINEKIRINA KURDAN, TÊK ÇÛ'

Gerîlayê HPG'ê Rodî Roj bibîr xist, ku di sala 2016'an de ji bo tinekirina gelê Kurd konseptek hate amadekirin û ragihand, ev konsept li pêşberî Tevgera Azadiyê ya Kurd têk çû. Roj got, "Sala 2016'an ji bo me bû saleke destketiyan û saleke dijwar. Êrîşên hovane yên hêzên faşîst li Şengal, Rojava û Bakurê Kurdistanê li bin guhê berxwedanê ket û bi berxwedana gel û gerîla pûç bûn. Têkoşîna bi rêbaza fedayî ya hevalên me, dijmin hejand û tirs berdan nava dlê dijmin."

Roj destnîşan kir ku bi têkoşîna gelê Kurd re wê gelên Rojhilata Navîn ber bi azadiyê ve bimeşin û got, "Niha li Rojhilata Navîn bihara Kurdan heye. Li Rojhilata Navîn Ronesans heye. ev yek ji aliyê Kurdan ve hat destpêkirin. Di sala 2017'an de ev çirûska hat pêxistin wê xwe bigihîne azadiya Rêber Apo. û têkoşîna gelan a azadî û demokrasiyê wê li dijî feraseta teokratîk, olîgarşîk, neteweperestiya dewletên neteweyî, bi ser bikeve. Û wê bibe sala jiyana azad a bi hevre ya gelan."