Gerîlayên HPG'ê yên Başûrî: Em xaka xwe diparêzin

Gerîlayên HPG'ê yên ji Başûrê Kurdistanê bal kişandin ser liv û tevgera PDK'ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û gotin, "Ji bo parastina nirxan em ê heta dawiyê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin."

Hêzên PDK'ê tevî daxuyaniyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên li dijî şerekî gengaz, hîn jî  tevgera xwe ya li herêmên gerîla dewam dike. 2 gerîlayên HPG'ê yên ji Başûrê Kurdistanê, ku niha li herêma Zagrosan têdikoşin, di vê der barê de ji ANF'ê re axivîn.

Gerîla Celal Fedakar û Çekdar Gulan diyar kirin ku ew ê ji bo parastina destketiyên xwe heya dawî mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin. 

'EM ZÎHNIYETA PDK'Ê BAŞ NAS DIKIN'

Yek ji gerîlayên HPG'ê Celal Fedakar ê ku ji Hewlêrê ye, têkildarî mijarê wiha axivî: "Ji ber ku em bi xwe jî di nav pergala ku PDK dixwaze li Başûrê Kurdistanê bidin rûniştandin de mezin bûn, em zîhniyet û kirinên wan pir baş nas dikin. PDK ji ber berjewendiyên xwe bi salan e li hember Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê astengiyan derdixîne. Di serdema dawî de jî ev astengî gihandin asta êrîş û şerkirinê. Em bi xwe dizanin çi gelê Başûrê Kurdistanê, çi jî peşmerge naxwazin di nav vî şerê de cih bigirin. Lê rayederên PDK'ê ji ber hin berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî di vî şerî de israr dikin û her roj daxuyaniyan didin. Pêwîste PDK li dîroka Kurdistanê binêre. Ger binêre wê bibîne ku ti feydeya îxaneta hundirîn ji bo Kurdan çênebûye û ti destketî jî bi xwe re neaniye. Bi êrîşên xwe yên ku herî dawiyê li ser herêma Garê dimeşînin, diyar dikin ku amadekariya şerekî dijwar dikin. Wek Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî, hewldana me ya ku bi peşmergeyan re şer bikin nîne. Lê di serî de herêma Garê û Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama ked û xwîna hevalên me yên şehîd de hatine parastin û niha di bin kontrola me de ne. Ger hêzên PDK'ê êrîşî qada me bikin, ji bo parastina qadên xwe em ji her tişte re amade ne."

'GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PÊWÎSTE XWEDÎ HELWEST BE'

Gerîla Celal Fedakar bi dewamî got, "Ev komployek e, pêwîste gelê Başûr hişyar be. Gelê me bila li hember vê êrîşê hişyar be. Ji ber ku siyaseteke pir qirêj tê meşandin. Gelê Başûrê Kurdistanê di dîroka xwe de jî her tim polîtikayên bi vî rengî re rû bi rû hatiye, lê her tim bi serhildanan li ber xwe daye. Dem dema êrîşkirina hev nîn e, dema bi hev re rabûna li ber dagirkeriyê ye. Banga min bi taybetî li ciwanên Başûrê Kurdistanê ew e, li şûna berê lûleya çekê xwe bidin parêzvanê ax û namusa xwe, tevlî refên gerîla bibin û li dijî dagirkeran şer bikin."

'EM DEV JI AX Û WELATÊ XWE BERNADIN, BI TI CIHÎ VE JÎ NAÇIN'

Gerîla Çekdar Gulan jî ji Helepçeyê ye. Têkildarî kirinên PDK'ê wiha axivî: "PDK dixwaze Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji axa Başûr derxîne, ji bo ku em ji vir derkevin her roj bangawaziyan dike. Van bangawaziyan ji bo kê dike? Em zarokên Başûrê Kurdistanê ne, welatê me, gundê me, malbata me li ser vê axê ye. Em gerîlayên PKK'ê ne û ji bo azadî û rûmeta gelê xwe têdikoşin. Hinek ji me re dibêjin bila biçin. Baş e, em dev ji ax û welatê xwe berdin û ku de biçin? Gelo tiştekî wisa dibe? Herkes jî dizane ku tiştekî wisa nabe û em dev ji ax û welatê xwe bernadin, bi ti cihî ve naçin."

Gerîla Çekdar Gulan bi dewamî got, "Di pêvajoya dawî de jî dixwazin xwe li qadên gerîla bi cih bikin. Gerîla bi salan e, ji bo li van çiyayan hebûna xwe biparêze şer dike. Gerîla li hember arteşên dagirker hemûyan şerê rûmetê dide meşandin. Di heman demê de li ku derê êrîş li ser gelê Kurd hat meşandin, gerîla xwe gihand wan deran û hebûna gelê xwe parast. PDK pêwistê jibîr neke ku gerîlayên HPG'ê ji Şengalê heya Mexmûrê, ji Kerkûkê heya Hewlêrê rûmeta wan parast. Ji ber vê yekê di serî de gelê Başûrê Kurdistanê li hember hevkariya PDK'ê û dewleta Tirk bisekine û nerazîbûnê nîşan bide. Gelê Başûr di dîroka xwe de jî ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe her tim li ber xwe da, şer kir û pêşmerge bi xwe jî ji bo çarenûsa Kurdistan gelek berdêl dan. Pêwîste ew bi xwe bizanibin ku ew hemû hewldanên dewleta Tirk a tunekirina gelê Kurdistanê ye. Ez wek gerîlayekî ji Başûre Kurdistanê bangawaziya xwe ji bo tevahî ciwanên Başûr dikim û dibêjim ku li hember van hewldanên qirêj bibin xwedî helwest û nebin perçeyekî vê xiyanetê, werin tevlî refên gerîla bibin."