Gerîlayên HPG’ê: Wê Xakûrk û Bradost ji dijmin re bibin goristan!

Gerîlayên HPG’ê yên li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk berxwedana xwe dom dikin, anîn ziman ku wê Xakûrk û Bradostê ji dijmin re bikin goristan.

Li gel êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya li ser Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, gerîlayên HPG’ê Leşker Roj û Ciwan Batman, diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrîşan ti encamê bi dest naxe.

Gerîlayê HPG’ê Leşker Roj anî ziman ku di demê dawî de li gel zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Parastinê yên Medyayê, dewleta Tirk pişta xwe daye teknîka xwe û dixwaze meşa me ya azadî û serketinê ya 40 salan bide rawestandin. Roj bi bîr xist ku li herêma Xakûrkê û Bradostê balafirên keşfê zêde difirin û bi hewan û obûsan êrîş dom dike.

 ‘DEWLETA TIRK LI HEMBER GERÎLA TÊK ÇÛYE’

Gerîlayê HPG’ê Leşker Roj destnîşan kir ku artêşa Tirk ji bo derûniya leşkerên xwe û ji bo li cihê xwe bimîne teknîkê zêde bi kar tîne û li hemberî gerîlan hêza xwe winda kiriye. Roj bi bîr xist ku di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya ji meha Zivistan û Biharê ve dane destpêkirin, leşkerên artêşa Tirk li hemberî çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê winda dike. Roj anî ziman wê meşa azadî û serketinê ya gerîlayan ya li dijî artêşa Tirk heta serketinê dom bike.

BI BERXWEDANÊ WÊ FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê TÊK BIÇE

Gerîlayê HPG’ê Ciwan Batman jî ziman ku bi ruhê fedayî yê gerîla hemû êrîşên dijmin pûç tê derxistin, ev berxwedan di warê aborî, siyasî, civakî de dawiya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê aniye.

Batman diyar kir ku artêşa Tirk hema bêje her rojê bi obûs, hewan û çekên giran herêma Bradostê bombe dike. Batman anî ziman ku gerîla di nava her şert û mercî de amade ye ku li dijî hêzên dagirker xwedî wê hêzê ye şer ku bike. Batman bi bîr xist ku wê Herêma Xakûrkê û Bradostê ji bo dagirkeran bibe goristan.

BANGA SERHILDAN Û TEVLÎBÛNÊ

Gerîlayê HPG’ê Batman anî ziman ku heta niha gerîlayên HPG/YJA Star li dijî artêşa Tirk gelek çalakî kirin, wê ji niha û şûnde bi şêwaz û rêbazê cuda çalakiyên hê xurtir bikin. Batman anî ziman ku moral û coşa wan kêm nebûye. Batman herî dawî bang li gelê Kurd kir ku bila rabe serhildanê û ciwan jî tevlî refên gerîla bibin.