BI DÎMEN

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê: Guleya yekemîn dewleta dagirker di şoqê de hişt

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê diyar kirin ku guleya yekemîn ku ji aliyê Fermandar Egîd ve hat avêtin, dagirkeriyê di nava şoqekî mezin de hişt û gotin, “Gerîla li ser şopa 15’ê Tebaxê dimeşin. Em ê heta dawiyê şer bikin û vî şerî heta serkeftinê bibin.”

GERÎLAYÊN HPG Û YJA STARÊ

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêngava 15’ê Tebaxê bi coş û moralekî mezin pêşwazî dikin. Gerîlaya YJA Starê Dîcle Firat û gerîlayên HPG’ê Çirav Cudî û Rubar Serhed bi wesîleya salvegera 40'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re axivîn.

‘EM BI XETA EGÎDAN BIBAWER DIMEŞIN’

Gerîlaya YJA Starê Dîcle Firat pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û wiha got: “Em di nava şerekî pir dijwar de ne. Şerê me kêlî bi kêlî li ser xeta Heval Egîd, bi wê ruhê dimeşe. Artêşa Tirk a dagirker digot ew ê bi teknîka di destê xwe de bikaribe îradeya gerîla bişkîne. Lê wiha nebû. Me şerê tunelan pêş xist, me şerê hewayî pêş xist. Kêlî bi kêlî em ber bi serkeftina mezin ve diçin. Em heta dawiyê bi ruhê fermandariya Heval Egîd bawer in. Rêbertî dibêje, şer li fermandarê xwe digere. Di şexsê Heval Egîd de ev şer fermandarê xwe dît û niha di pêşengtiya gelek hevalên fedaî de ev ruh berdewam dike. Ev fermandarî didome.”

‘PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ BI SERÊ XWE ŞOREŞEKÎ YE’

Gerîlayê HPG’ê Çirav Cudî jî bal kişand xistina balafirên bê mirov yê artêşa dagirker û ev nirxandin kir: ‘’15’ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurd e. Roja ji koletiyê re gotine ‘na’ ye. Sala 2024 jî bi wî ruhê despê kir. Roja Newrozê bi mîzginiya ketina SIHA’yan hat pêşwazî kirin. Disa çalakiyên Dogan Zinar û Axîn Mûş jî wekî guleya yekemîn mirov dikare bi nav bike. Ji ber her yek ji van pêngavan di asta 15’ê Tebaxê de derketin û heviyekî mezin dan ava kirin.”

Gerîla Çirav axaftina xwe bi van gotinan domand: ‘’15’ê Tebaxê bi serê xwe di wateya şoreşekî de ye. Ji ber gelekî ku biryara qirkirin û kuştina wî hatibû dayîn hebû. Lê bi 15’ê Tebaxê re ev gel rabû û ew biryara hatibû dayîn betal kir, bendên koletiyê ji dest û lingê xwe qetand. Lewra ev roj ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê cihanê jî xwedî giringiyekî mezin e. Em vê rojê wekî cejnekî pîroz dikin, gelê me jî bi wê moralê pêşwazî dike.”

‘GERÎLA LI SER ŞOPA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ DIMEŞIN’

Gerîlayê HPG’ê Rubar Serhed jî zûrîfên beriya pêngava 15’ê Tebaxê nirxand û wiha got: Guleya yekemîn ya ku ji aliyê Heval Egîd ve hat avêtin, dagirkeriyê di nava şoqekî mezin de hişt. Ji ber dagirkerî ji xwe bawer bû ku Kurdan tine kiriye. Li çiyayên Agirî, li Amed û Dersimê Kurd ji qirkirinê re hatibûn derbas kirin. Ji bo wê jî ne gengaz bû ku carekî din serê xwe rabikin. Lewra di wê watê de guleya yekemîn pir girîng bû. Bersivekî herî xurt bû ji dagirkeriyê. Niha jî gerîla li ser wê şopê dimeşe. Dagirkerî digot, me teknîk pêş xistiye em ê gerîla tune bikin. Lê em niha jî dibînin yê tune dibe ne gerîla, lê leşkerên dagirker û artêşa wî ne. Ji ber rojane xwe dikujin, ji bo ji vê şerê birevin her cure rê diceribînin. Ew ji bo pere şer dikin. Lê gerîla ji bo azadiyê gelê xwe, ji bo rûmeta mirovahiyê şer dike. Her wiha em dibêjin heta dawiyê em ê şer bikin û vî şerê heta serkeftinê bibin.”