Gerîlayên HPG’ê Rêzan û Harûn bi merasîmeke heybet li Mexmûrê hatin bibîranîn

Gerîlayên HPG’ê Rêzan Cûdî û Harun Goyî  li Saziya Malbata Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê hatin bibîranîn. Cenazeyê gerîla Rêzan Cûdî bi merasîmeke bi heybet û dirûşmeyan hate veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Rêzan Cûdî (Rêzan Kara) 24’ê Sibatê (duh) di encama nexweşiyekê de şehîd bû, gerîlayê HPG’ê Harun Goyî (Îbrahîm Urek) di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker ya 1’ê Hezîrana 2019’an a li dijî herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi 4 hevrêyên xwe re şehîd bûbûn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûr bi tevlîbûna welatiyên Mexmûrê ji bo herdu gerîlayên HPG’ê merasîma bibîranîne hate lidarxistin. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

‘EM Ê ALAYA ŞEHÎDAN RADESTÎ ME KIRÎ, HER TIM BILIND BIKIN’

Piştre Hevşaredarê Mexmûr Bedran Alturk axivî  sersaxî ji malbatê şehîdan û gelê welatparêz re xwest xw  got; “Ya girîng ewe ku em xeyalên şehîdên xwe bikin rastî. Em ê alaya ku şehîdan radestî me kirî her tim bilind bikin, ji bo wê jî pêwîste her yek ji me tişta di keve ser milê wê bicih bîne. Çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê bi Rêbertiya xwe, şehîd, doz û rêxistina xwe re bin.”

Piştre li ser navê malbata Şehîd Rêzan Cûdî bavê wî Abdullah Kara axivî û got: “Rêzan ne tenê kurê min bû, Rêzan kurê we tevan bû. Birayê we û hevalê we tevan bû. Bi hatina we re xema min jî sivik bû.”

‘EM BI ŞEHÎDAN SERBILIND IN’

Li ser navê malbata Şehîd Harun Goyî jî Mihemed Urek axivî û got; “Şehîd nirxên me yên herî pîroz in, serê malbat û gelê wargehê saxbe. Mirov ji bo şehîdan çi bêje kême, em bi şehîdên xwe serbilindin. Bila dijmin baş bizanin ku em ê bi şehîdên xwe nekevin, berovajî em ê bi hêz bibin û heta serkeftinê têbikoşin.”

Piştre cenazeyê gerîlayê HPG’ê Rêzan Cûdî bi dirûşman ber bi goristana wargehê ve hate birêkirin. Cenazeyê Şehîd Rêzan bi dirûşman hate veşartin.