Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Ozdemîr û Tûnç hatin veşartin

Di navbera bajaroka Komurê û gundê Kaşê yê Semsûrê de di 17’ê Cotmehê de şer çêbûbû. Gerîlayên HPG’ê Yûsûf Tûnç û Mûrat Ozdemîr yên ku di vî şerî de şehîd bûbûn, li warên xwe hatin veşartin.

Di navbera bajaroka Komurê û gundê Kaşê yê Semsûrê de di 17’ê Cotmehê de şer çêbûbû. Gerîlayên HPG’ê Yûsûf Tûnç (Azîz Tolhildan) û Mûrat Ozdemîr (Şoreş Semsûr) di şer de şehîd bûbûn û cenazeyên herdu gerîlayan biribûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Malbatan cenaze ji Saziya Tipa Edlî wergirtin û birin Semsûrê.

Hate ragihandin ku dê û bavê Yûsûf Tûnç, Şerîban Tûnç û Ramazan Tûnç  di 14’ê Gelawêjê de hatibûn destgîrkirin, ji bo ku karibin tevlî merasîma cenazeyê kurê xwe bibin, bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dan û serdozgeriyê destûr nedaye wan.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yûsûf Tûnç berê birin Çelîkhanê û piştre jî birin bajaroka Bûlamê. Polîs û jendirmeyan ketin û derketina bajarokê girtin û li ser rêya ku ew ê cenaze biçe, bendên kontrolê ava kir. Li her benda kontrolê GBT’ya kesên di wesayîta cenaze de hate kontrolkirin. Ji xeynî malbat û xizmên Tûnç destûr nehate dayîn ku kes biçin ser goristanê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mûrat Ozdemîr jî anîn gundê Daglicaya Jêr a Gergera Semsûrê. Jendirmeyan gund dorpêç kirin û hate ragihandin ku ketin û derketina gund hatiye qedexekirin. Ji xeynî xizmên Ozdemîr destûr nehate dayîn ku kes tevlî merasîma veşartinê bibin.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û heyeta bi wê re xwestin tevlî cenaze bibin. Polîs û jendirmeyan destûr nedan ku parlementer Guzel tevlî merasîma veşartinê bibe.