Gerîlayên HPG'ê li 'Yekîneyên Veşartî' yên artêşa Tirk da

HPG’ê diyar kir ku li Colemêrgê li ‘yekîneyên veşartî’ yên artêşa Tirk dane û li Bestayê jî li dijî tabûrê çalakiyek li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li dijî artêşa Tirk ên li Şemzînan û Çelê yên bi ser Colemêrgê li ser malpera xwe da weşandin. Li gorî daxuyaniya HPG’ê bi kêmanî 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.

LI ÇELÊ Û ŞEMZÎNANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

“Di çarçoveya pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Çelê û Şemzînanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.

Di 30’ê Hezîranê de di saet 08.30’an de hêzên me li dijî qereqola Derîk a bi ser Şemzînanê ya artêşa dagirker a Tirkan çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Derîkê bi obus û hawanan li Geliyê Arê daye.

Di 1’ê Tîrmehê de saet di 11.00’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Mûnzûr a li Çelê çalakiyek li dar xistiye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

 

LI BESTAYÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ TABÛRÊ

Hêzên me di 30’ê Hezîranê de di saet 19.00’an de li dijî Tabûra Bestayê ya Şirnexê ya artêşa dagirker a Tirk çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de kozikên dijmin derbên giran xwarine, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de ji aliyê hêzên me ve nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Tirk bi obus û hawanan li qada çalakiyê daye.

 

LI GEBARÊ ÇALAKIYA SÛÎKASTÊ: 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 1’ê Tîrmehê de saet di 06.40’an de hêzên me li dijî artêşa dagirker a Tirk a li girê Awenbenat a li Gebarê çalakiyên sûîkastê li dar xistiye. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.