Gerîlayên HPG’ê li Sêrtê çalakî lidar xistin

HPG’ê, ragihand ku gerîlayên HPG’ê yekîneyekî veşartî ya artêşa Tirk a mêrtînger li Girê Şehîd Aras a Herêma Herekol a Sêrtê xistin di bin kontrolê de û li dijî wê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyan de 11 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya ku li ser malpera xwe ya fermî da, têkildarî çalakiyên gerîlayan ev agahî parvekirin:

“6’ê Tîrmehê hêzên me yekîneyekî veşartî ya artêşa Tirk a mêrgînger li Girê Şehîd Aras a girêdayî Herêma Herekol a Sêrtê xistine di bin kontrola xwe de. Ev yekîneya ku demek dirêj hate şopandin di heman rojê de saet 19:00’an hêzên me ji nêz ve bi xurtî lê xistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirIn 8 leşkerên Tirk hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê saet 23:00’an artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirine.

Hêzên me 4’ê Tîrmehê saet 02:30’an, li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Şehîd Berxwedan a girêdayî Herêma Herekol bi cih bibûn çalakiyekî sekvanî lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerke hate kuştin.

3’yê Tîrmehê saet 10:00’an hêzên me leşkerên artêşa Tirk li Deriyê Keper a girêdayî Herekolê kirin hedef. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Artêşa Tirk dîsa 3’yê Tîrmehê Herêma Herekolê bi balafirên şer, obus û hewanan bomberdûman kiriye.

LI DERSIMÊ LEŞKERK HATE KUŞTIN

5’ê Tîrmehê saet 10:20’an hêzên me li dijî leşkerên tabûra navçeya Qislê ya Dersimê çalakiyek lidar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî hate birîndarkirin.

6’ê Tîrmehê saet 11:30’an balafirên şer ên artêşa Tirk devera Bektorya ya girêdayî Heftenînê a Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

TÊKILDARÎ ÇALAKIYA WANÊ

4’ê Tîrmehê me daxuyaniyek dabû û diyarkiribû ku 2’yê Tîrmehê saet 16:00’an hêzên me li dijî artêşa Tirk a ku ewlekariya kargeha rê çêdikir ya navbera Wan-Şirnexê de çalakiyek lidar xistine.

Ev xebata ku tê gotin ji bo ewlehiya rêya Şirnex-Wanê ye lê di rastiyê de ev xebat demek dirêje li hember qadên gerîla xebatekî yek ji parçeyê projeya şerê taybet e. Ji ber vê sedemê têkildarî xebatên wiha me hişyarî dawbû û diyarkiribû ku vê xebatê rawestînin. Tevî hemû hişyariyan ev xebat di bin kontrola leşkeran de hate domandin. Ji ber vê sedemê yekîneyekî me leşkerên artêşa Tirk ê ku ewlehiya xebatê dikirin kirine hedef.

Di vê çalakiyê de bi ti awayî karkerên kar nebûne hedefa me. Lê di vê dema çalakiyê de welatparêzê bi navê Hasan Îke ku li kargehê bû jiyana xwe ji dest daye, kesekî din jî birîndar bûye. Ev bûyer bi awayê qeza pêk hatiye.

Em ji bo malbata Hasan Îke xemgîniya xwe pêşkêş dikin, sersaxiyê ji wan re dixwazin; ji bo ev bûyer dubare nebin em ê hê baştir baldar bibin.

TÊKILDARÎ GERÎLAYÊN ŞEHÎD KETINE

5’ê Tîrmehê me daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku 26’ê Hezîranê saet 02:00’an artêşa Tirk li derdorî Bendava Ozluce a girêdayî navçeya Xûlaman a Xerpêtê bi beşdariya helîkopterên Kobra, balafirên şer û balafirên bê mirov dest bi operasyonekê kiribûn. Di şerê sîng bi sîng ê li dijî dijmin de 2 hevrêyên me bi qehremanî şer kirin û şehîd ketibûn.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd ketin wiha ne:

Nasnav: Firat Dicle
Nasnav: Cihan Bulbul
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Dîlber – Mehmet Şîrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Xerpêt/ 26’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Rustem Cûdi
Nasnav: Farûk Kere
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayikê-Bav: Vahîde - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Xerpêt/ 26’ê Hezîrana 2017

Di 5’ê Tîrmehê de me daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku 29’ê Hezîranê saet 19:00’an artêşa Tirk bi piştgiriya balafirên şer û helîkopterên Kobra nêzî 5 saetan herêma Gundê Kizilagaç a navçeya Kanîreş a Çewligê bomberdûman kiribûn. Di encama bomberdûmanê de hevrêyê me Rodî şehdî ketiye, hevrê Serhildan jî giran birîndar bibû. Hevrêyê me Serhildan ji bo bi saxî û dîl nekeve destê hêzên dijmin bombeya xwe li ser xwe diteqîne û şehîd dikeve.

Nasnameya hevrêyên me yên ku şehîd ketine wiha ne:

Nasnav: Rodî Hakî
Nasnav: Yakûp Beyduz
Cihê Jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dayikê-Bav: Turkan - Ferît
Cih û Dîroka Şehadetê: Çewlig/29’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Serhildan Andok
Nasnav: Ozan Tatli
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Remziye - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Çewlig/29’ê Hezîrana 2017

Di daxuyaniya 5’ê Tîrmehê me dayî de me diyarkiribû ku 3’ê Tîrmehê saet 10:00’an hêzên me 3 wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker ku li ser rêya Elbak a Wanê dewriye digeriya kiribûn hedef û ji nêz ve bi awayekî xurt lêxistibûn. Di vê çalakiyê de wesayîtekî zirxî bi tememî hate rûxandin, 2 wesayîtên zirxî yên kobra jî hatin derbkirin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 7 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bibûn.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi piştgiriya helîkopterên Kobra li herêmê dest bi operasyonekê kiribûn. Di şer û bomberdûmanên operasyonê de qewimîn 2 gerîlayên me li hember dijmin sîng bi sîng şer kirin û şehîd ketibûn.

Nasnameyên hevrêyên me yên ku şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rojan Başkale
Nasnav: Revşan Ûtûş
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Muzeyyen - Şefîk
Cih û Dîroka Şehadetê: Wan / 3’yê Tîrmeha 2017

***

Nasnav: Zinar Berxwedan
Nasnav: Erol Yetîş
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Kevser - Mecît
Cih û Dîroka Şehadetê: Wan / 3’yê Tîrmeha 2017