Gerîlayên HPG'ê li dijî leşkerên di operasyona dagirkeriyê de çalakî lidar xistin

Çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên li dijî artêşa Tirk a ku li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi tevgera dagirkirinê kirî, didomin.

Di çalakiya gerîlayan a piştî nîvro li dijî leşkeran lidar xistî de, gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî nûçegihanên ANF'ê ku ji herêma operasyonê ragihandin, piştî nîvro di seat 14:00'an de li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li Şehîd Mûnzûr bicih bibûn,gerîlayan bi çekên giran û otomatîk çalakî lidar xistin. Di çalakiya ku gir û qontar kirin hedef de, 3 leşker hatin kuştin.

Di heman seatan de li gerîlayan dijî leşkerên ku li Qela Bêdewê bi cih bibûn jî çalakiya bi hawan hat lidar xistin. Têkildarî encamên çalakiya ku çeperên leşkeran kirin hedef, agahî nehatin bidestxistin.

Di seat 15:00'an de dîsa gerîlayan bi çekên giran û otomatîk li dijî çeperên li girê Şehîd Xeyrî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya ku 2 leşkerên hatî kuştin û leşkere ji birîndarbûyî de artêşa Tirk bi hewanan êrîşî herêmê kir.

Îro di seatên nîvro de ji tevgera balafirên şer ê artêşa Tirk ji çêbû.