Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Gerîlayên HPG'ê li Çelê li leşkerên Tirk xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Çelê û herêma Bradostê agahî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Artêşa TC a dagirker li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonê kir. Di çarçoveya vê operasyonê de roja 15'ê Adarê saet 06:30'î, balafirên şer û helîkopterên bi tîpa kobra bombe li geliyê Masîro barandin. Leşkerên artêşa TC a dagirker piştî bomberdûmanê hewl dan xwe bigihînin gir û geliyê Masîro. Di navbera leşkerên artêşa TC a dagirker û hêzên me de şer derket.

Heman rojê saet 11:30'î, di navbera leşkerên Tirk ên hewl dan xwe bigihînin ser girê Partîzan û hêzên me de şerekî dijwar qewimî. Hejmara leşkerên di vî şerî de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Operasyona li herêmê dewam dike.

15'ê Adarê saet 15:30'î, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de çepereke dijmin hate rûxandin û derb li radara li ser gir hate xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."