Gerîlayên HPG’ê Gucu û Dogan hatin veşartin

Gerîlayên HPG’ê Dogan Gucu (Gernas Jiyan) û Rûbar Dogan (Çiyager Amed) ên ku mehaAdarê di şerê li Licê de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibûn veşartin, cenazeyên wan hatin wergirtin û li Amedê hatin veşartin.

Gerîlayên HPG’ê Dogan Gucu (Gernas Jiyan) û Rûbar Dogan (Çiyager Amed) ên ku meha Adarê di şerê li Licê de jiyana xwe ji dest dabûn li Amedê hatin veşartin. Piştî ku jiyana xwe ji dest dabûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê otopsiya wan kiribû û li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibûn veşartin. Malbatên Gucu û Dogan piştî ku DNA’ya wan û cenazeyan wekî hev derket, cenazeyên xwe wergirtin û anîn Amedê.

Cenazeyê Gucu li Goristana Yenîkoyê hate veşartin û yê Dogan jî ji bo veşartinê birin gundê Asî yê Baglarê yê Amedê.

GUCU BI TILÎLIYAN HATE VEŞARTIN

Piştî wecîbeyên olî yên li Goristana Yenîkoyê ya ku polîsan dora wê girtibûn, bi tevlêbûna bi sedan welatiyan cenazeyê Gucu hate hilgirtin û ligel astengiyên polîsan jî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” birin cihê ku wê lê were veşartin. Cenaze li vê derê bi tilîliyan hate veşartin.

Cenazeyê Dogan ên ku bi konvoyeke bi sedan wesayîtan anîn gundê Asî. Piştî wecîbeyên olî yên li gund bi sedan kesan bi dirûşmên“Şehîd Namirin” cenazeyê Dogan anîn goristana gund û li vê derê cenaze bi sloganan hate veşartin. Piştî veşartinê bavê Dogan, Şerîf Dogan bertek nîşanî operasyonên leşkerî da û got: “Tekane daxwaza min ev e ku bila kurê min Dogan ciwanê dawîn be yên ku jiyana xwe ji dest dide. Ez gazî polîs û leşkeran dikim. Heke ew jî wekî me di aştiyê de israr bikin, em ê êdî tu ciwanên xwe veneşêrin.”

Hat diyarkirin, ji ber ku di meha Adarê de li gund şîn hatibû danîn wê dîsa şîn neyê danîn.